Wek ku tê zanîn di 29ê Adara 2009an de li Tirkîyê hilbijartinên herêmî (Serok û Encûmenên Şaredarîyan, endamên Meclîsên Parêzgehan û Muxtarên Gund û Taxan dê wer in hilbijartin) hene.
Her çiqas tu nav, nasname û statuya fermî, sîyasî ya Kurd/Kurdîstan tunebe jî, ev hilbijartin di nava Kurdan da û li seranserê Kurdîstanê jî dê werin pêkanîn.
Partîyên “Kurda” yên legal (partîyên ku bi nav û statuya xwe Tirk û Tirkîyewî ne, belê fiîlî Kurd in) û şexsîyetên Kurd, hinek jî ji paradoksa reel û yasayî bêxem û di nava xwe de jî parçebûyî tevlî pêvajoya hilbijartinan dibin.
TEVKURD, Tevgera Yekîtîya Neteweyî ye. Meşrûîyetê esas digre, aşkere ye, bêîtaetkare. Grûb û grûpî nîn e. Pê bawer e, daxwaz dike û lê dixebite ku di çerçeva “mafê çarenûsî” de, di navbera hêzên Kurd/Kurdîstanî de rêxistinek sîwanî (kongra neteweyî) ava bibe.
TEVKURDê li ser hilbijartin û Îdareyên Herêmî li gor konsepta xwe çerçeveyek polîtîk tesbît kiriye û ji bo yekîtîya navbera hêz û aliyên Kurda pêvajoya hevdîtinan daye destpêkirin.
Di vê pêvajoyê de TEVKURD, ji alîyekî de û di serî de bi partîyên legal û hemî aliyên siyasî yên Kurd/Kurdîstanî re weke terefên Yekîtîya Neteweyî hevdîtinan pêktîne û dîyalogê datîne. (wekî; DTP, HAKPAR, KADEP, MESOP, KCD ‘Kongra Civata Demokratîk/Demokratîk Toplum Kongresî’, Grûba Demokratên Şoreşger, Cemaeta TOPLUM-DER/Kovara Mizgîn, Kovara Nûbihar, DEMOS, …)
Ji alîyê din de, weke mekanîzma çavdêrî û kontrolkirinê ya civata sivîl û demokratîk, saziyên sivîl, yên sosyal, kulturî, mafên mirovan û rêxistinên meslekî û civatî, ji vê pêvajoyê agahdar dike, bal û raya wan dikşîne ser pêvajoyê. Di vê beşê de KURD-KAV, ENSTÎTUYA KURD, KURDÎ-DER, TEVGERA ZMANÊ KURDÎ, WEŞANXANÊN KURDA, MAZLÛM-DER (şaxên Kurdîstanê) ÎHD(şaxên Kurdîstanê) BARO, Platforma Demokrasîyê, Platforma Dicle Fırat, HUDER, Komela RÊZAN, DÎHA, Şaredarîyên Mezin, Şexsîyetên navdar di derheqa pêvajoyê de têne agahdarkirin.
Herweha ev pêvajo:
1-Tûra hevdîtinên dualî: Di vê tûrê de bi heyetekî muxatabên siyasî têne zîyaretkirin. Mektûba TEVKURDê ya polîtîk tê pêşnîyarkirin. Di derheqa pêvajoyê de agahdarî tê dayîn. Teklîfa yekîtîyê li wan tê kirin û di derheqa pêvajoyê de têne agahdarkirin. Herweha, erê yan na bersîveke nivîskî jî ji wan tê xwestin.
2-Di tûra duduya de, dê nûnerên terefan di platformekî de wer in kêleka hev û li ser çerçeva polîtîk û neqşa rê guftûgo bikin û biryar bidin.
3-Heger di vê platformê de teref bihev bikin, wê demê dê deklarasyoneke hevmuşterek û beyanama hilbijartinan were deklarekirin û xebata hilbijartinan were meşandin.
4-Heger di vê platformê de tifaq pêkneyê û ev pêvajo neçe serî, wê demê jî dê di derbarê hevdîtin, guftûgo, nîqaş û encamên pêvajoyê de raporteke berfireh were amadekirin û ji raya giştî re were deklarekirin.
Hêvî û daxwaza me û xebata me ewe ku ev pêvajo biçe serî û di navbera hemû aliyên Kurdan de di çerçeweyek neteweyî de tifaq pêkwer e. Bi kêfxweşî em dikarin bêjin ku, hevdîtinên me yên heta nuha me hêvîdar dikin.
Em di wê bawerîyê de ne ku, di vê pêvajoyê de xizmet û mesûlîyeteke mezin jî dikeve ser milê medya û entelîjansîya Kurd. Ji wê bonê em eleqe û piştgirîya wan daxwaz dikin.
Ji nuha de sersala we pîroz dikin, slav û serkeftinê ji we re dixwazin.
*Çerçeva polîtîk ya TEVKURDê ya di derheqa hilbijartinan de li jêr e.
Bang li Kurdistaniyan
Ji bo hilbijartinên herêmî dest bidin hev!
Demokrasî, navê sîstema xwe bi xwe îdarekirina gel e. Du şêweyên demokrasîyê hene: xwe bi xwe îdarekirina raste rast. Û xwe bi xwe îdarekirina temsîlî. Îro, her çiqas şêweya demokrasîyê ya temsîlî bê bikaranîn jî, belê baştirîn ew e ku gel, raste rast û li şûna xwe, xwe bi xwe îdare bike.
Di rejîma demokrasiyê de Îdareyên Herêmî çiqas xurt bin, kultura demokratîk hewqas serwer dibe. Bandora gel li ser hêza îdarî û sîyasî hewqas zêdetir dibe. Rayedarên siyasî û îdarî, baştir têne kontrolkirin û demokrasî pêş dikeve.
Li pêşîya me hilbijartinên herêmî hene. Ji nuha ve “şerê hilbijartinê” destpê kiriye! Wisa xuya dike ku, hilbijartinên 2009an ji bo hemû terefan gelek girîng û stratejîk e.
Lê belê, hilbijartinên herêmî û îdareyên herêmî ji bo me kurdan du cara girîng in! Kurd, bi riya hilbijartin û îdareyên herêmî dikarin ji van derfetan sûdê werbigirin û di vê çarçoveyê de li ser nirxên kurdayetîyê bingeha “xwe bi xwe îdarekirinê” ava bikin.
Helbet li Tirkiyeyê ji alî hiqûqî, îdarî û siyasî ve nav û nasnameya kurd/Kurdistan nayê qebûlkirin, hertişt bi destê sîstema serwerî yê bûye Tirk. Lê rastîya civatê; ya kulturî, demografîk, sosyolojîk û tarîxî ne Tirk e.
Li Kurdistanê, yên ku dengan didin û yên ku têne hilbijartin bi pirayî kurd in. Ne bi kurdî be jî, kolan, bazar, civat kurd e û kurd li welatê xwe ekserîyet in. Ji wê bonê; her çiqas tu statuya kurda ya yasayî nebe jî, rewşa fiîlî tiştekî din e.
Ji wê bonê; di ‘heqîqeta hal’ de pêvajo dikare bi du şêweyan pêk bê û bimeşe:
Yek; Kurd dê lê bixebitin, daxwazbikin û li hêvîyê bipên ku, li Tirkîyeyê qanûn, nîzam bên guhartin û heqê kurdan yên nasnameyî, kulturî û siyasî bi wan bên dayîn.
Dido; Kurd dê mafên xwe yên kolektîfî; ziman, çandî, nasnameyî, siyasî û îdarî de-facto bînin cîh, bi pêş ve bibin û li dora van mafan xweşbînî û qebûleke maqûl peyda bikin û têbikoşin ku rewşa xwe ya de-factoyî ber bi statuya de joure ve biguhêr in.
Ya rast ew e ku, Kurd li hêvîya guhartinên destûrî û yasayan nepên û de-facto mafên xwe yên neteweyî, însanî û siyasî bijîn, bînin cih.
Rewşa sîyasî ya dunyayê, Kurdistanê, Tirkîyê û hêza tevgera Kurd ya siyasî û kîtlewî îro gihîştîye vê astê ku, Kurd dikarin statuyek de-factoyî pêk bînin.
Wexta ku Kurd bi ekserîyetî di îdareyên herêmî yên Kurdistanê de, bibin desthilatdar; li mafên xwe yên siyasî û kolektîfî xwedî derkevin û tecrûbeyeke demokratîk, plural û azadîxwaz pêş bixin, wê çaxê dê mafê self determînasyonê, referandûmê û piştgirîya hiqûqî/sîyasî ya navneteweyî jî were rojevê.
Ya rast, rasyonal, demokratîk, sivîl û rewa ev e.
Baş e, gelo ev ê çawa pêk bê:
Di vir de siyaseteke neteweyî, hevmuşterek û demokratîk pêwîst e. Ji wê bonê em bang li hemû partî, grûb û alîyên Kurdan dikin ku; ji hesabên teng, yên grûbî, şexsî û îdeolojîk dûrbikevin û biîdraq û berpirsiyarîya doza neteweyî tevbigerin.
Helbet çi biçûk çi mezin mesûlîyeta herkesî heye. Ji sosyalîst û lîberalan heta dîndar û muhafezekaran û çi legal-îlegal divê hemû alî, hemêza xwe ji hevkarî û yekîtîyê re vekin. Belê di vê platformê de mesûlîyeta giran ya partiyên legal ên Kurd DTP, HAK-PAR û KADEPê ye.
Banga me li hemî alîyan eve ku; werin li ser van esasan bi hev re bloqeke hilbijartinên herêmî ava bikin! Belkî piştî hilbijartinan ev bibe wesîla bereyekî neteweyî.
Em weke TEVGERA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD (TEVKURD), bê tu hesabekî şexsî û grûpî amade ne ku, li gor van prensîbên ku li jor hatine îfadekirin, hemû xizmet û fedekarîyê bikin.
TEVKURD
(TEVGERA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA KURD)
Agahî: Ev name,
a- Weke muxatap;Ji partî,rêxistin û derdorên sîyasî yê Kurdistanê re…
b- Û weke agahî; ji Mazlûm-Der, İHD, Kurd-Kav, Enstîtuya Kurd…û medya Kurd re wê bê şandin…
Yezdîn Welat
|