Fuad Onen posted on January 12, 2017 11:50
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. Lê taleba desthelatîyên navendî lawaz e. Sedemek ji, ku sernîvîsa vê panelê jî Rojhilata Navîn e. Bi min divir de şaşîyek heye. Kurdistan ne welatê navendî, yê Rojhilata Navîn e; Kurdistan welatê navendî, yê Rojhilata Nêzîk e.
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk, anha binherîn miletên Rojhilata Nezîk giş bê dewlet mane. Ermenî piştî şoreşa Oktobir di hundir nîzama sosyalîst de bûne xwedî dewlet. Nusayrî piştî Şerê Cîhanê ya yekem ji xwere dewletek avakerine, ew dewleta wan xerab bû, piştî darba leşkerî ya Baasê li ser Baasê re, di hundur Baasê de bûn perçekî deshilatê. Lê milletên Rojhilata Nêzîk bi gelemperî bê dewlet mane. Ev xusûsîyeteke welatên Rojhilata Nêzîk e, ne xusûsîyeta Rojhilata Navîn e. Berovacî vê Rojhilata Navîn ji tiştê lazim bêtir tê de dewlet hene. Weke hat jimartin li cografya ereban 22 dewlet hene.
Ev cografya, ev 2500 sal e li Rojhilata Nêzîk dewletên navendî ava nebûne. Li rojavayê wê û rojhilatê wê dewletên navendî yê împaratorîyên xurt hebûne, van împaratorîyan rê nedaye vê sahayê dewletên navendî ava bibe. Feqet weke encam sehayek fireh e. Civatê vê derê jî, xwe bixwe îdare kirine. Lê ne bi dewletên navendî, bi jer dewletan xwe îdare kirine. Evya jî mîr nîşînî ye, konfedarasiyonê eşîra ye, begîtî ye. Evê, di ev dîroka paş me de hiştîye, ku taleba desthelatîya jêrîn xurt ê, taleba desthelatîya jorîn lawaz e.
Numuneyek bidim li başûre Kurdistanê serxwebûn tê nîqaşkirin. Hin revebirên Goranê beyanat didin û dibêjin hun serxwebûnê ragîhînîn emê Silemanîyê bi Bexdayê ve gire bidin. Nuha Goran tevgerek Kurdistanê ye, … perspektifa wê û hedefên wê yên sîayasî ji bona Kurdistan divê talebek navendî li Kurdistanê be. Goran, ji partî Demokrat Kurdistan re, ji Yekîtî Niştiman Kurdistan re, xwedî mafe ku îtîraz bike. Feqet ji delva, ku Goran bibêje ez ala serxwebûna Kurdistanê biwere bilind dikim, lê ez ji we çetîtr dikarim welat îdare bikim, dibeje emê Silemanîyê bi Bexdadê ve girêbidin. Mesela Silemanîyê bi Baxdadê ve giradan çîye? Dewleta navendî bira dîsa ji Irakê re be, lê deshilatîya Silamanîyê, em nahelin bikeve destê terefekî din ê kurd. Evîya taleba desthelatîya herêmî ya xurt e.
Li rojavayê Kurdistanê heman tişt heye. Li rojavayê Kurdistanê vê talîye piştî kantona, federasyonek hat îlankirin, ew federasyon dibe federasyona rojava û bakurê Sûriyê. Baş e ji bo çi rojava û bakurê Sûrîyê? Bakurê Sûrîye erdningerîya erebê sunne ye, Al-Nasra, Daiş û Ehrar el-Şam tê da xurt e. Muxatabê we yê demokrasî, yan muhatabê we yê federasîyonê li hole nîne. Ji bo çi ne Kurdistan, ji bo çi bakurê Sûrîye? Bi salan e, em şerê sîyesata tirkan dikin û dibêjin, hun ji bo çi nabêjin Kurdistan û hun dibêjin kuzey Irak, hun ji bo çi nabêjin rojavayê Kurdistan hun diben kuzey Sûriye. Hevalên me yên li wê derê jî dibêjin emê federasyon îlan bikin, federasyona rojava û bakurê Sûrîyê. Evana xurtaya talebên jêrdesthilatîyê ne û tunebûna fahmê dewletê ye. Li ser axa xwe dewletbûn û deshilatîyek navendî avakirin dûrî sîyaseta kurd xuya dike.
Ya din jî, aîdîyetên jêrîn û aîdîyetên jorîn în. Nuha aîdîyetên jorîn dema modernîtê de welatê merîya heye, ez kurdistanî me; mîletekî merîya heye, ez endamê miletê Kurdistanê me. Vana aîdîyetê jorîn in. Herkes xwedî aîdeyetîn jêrîn in jî; evya, tu endamê aşîrekî yî, tu endamê malbatekî yî û dema modernîtê de tu endamê partîyekî yî. Aîdîyetên jorîn dibê ji bo te, jî aîdîyetên jerîn pîroztir û biqedirtir be, yên wek: aîdîyeta Kurdistanê û aîdîyeta miletê Kurdistanê. Lê, di hundur sîyeseta Kurdistanê, dema em lê dinherîn, aîdîyetên jêrîn xurt e, yên wek: aîdîyetên herêmî, aîdîyetên partîyî. Nuha, eger piştnîvro dem hebe em dê wan niqaş bikin. Evên ku hember netew dewletê derdikevin û dibêjin dema netewdewlet derbas bûye, formulasyonê ku dikin, ji delva dewleta netewî, dewleta partî ye. Aîdîyeta milet û welat li derek dimîne, aîdîyeta partîyê derdikeve pêş û ji dêlva dewleteke netewî, dewleteke partîyî derdikeve holê. Evan kêşana divê em çareser bikin.