Admin admin posted on December 20, 2006 16:22
Gernas Amedi
Di rojên 16-17yê çileya pêşîn de, Gruba Xebate ya Kurd a Netewî ya Demokratîk, li bajarê Almanyayê Bielefeldê, bi besdarbûna siyasetmedar û ronakbirên kurd ên ji bakurê Kurdistanê ên li welatên Ewrûpayê, konferansek lidarxist. Armanc ew bû ku beşdarvan bi vê munasebetê, ji bo “Reşnivîsa Bernamê a Gruba Xebata Netewî a Kurd” dîtin û pêşniyarên xwe bînine ziman.
Di vê konferansê de, ji bilî PKKê nûnerên hemû rêxistin û partiyên bakurê Kurdistanê ên li derveyê welat û herweha kesayetîyên kurd ên serbixwe jî amade bûn. Min, ji serî heta dawîyê weke xebatkarê Netkurdê li konferansê temaşe kir. Tiştê ku min dilgeş kir ew bû ku; axaftvanan bi yekdengî daxwaz û hevîyên xwe yên bo “Yekîtîya Netewî” anîn ziman.
Daxwaza yekîtîya gelê kurd, tiştek nû nîne. Meriv dikare bibêje ji destpêka têkoşîna azadîya gelê kurd heta niha daxwaza yekîtîye tê ziman. Lê mixabin, her ciqas gelek caran ji bo yekîtîyê gav hatibin avêtin jî, ev heta niha negihîştiye armanca xwe. Gelo çîma?? Bi raya min, divê ev kesên ku daxwaza yekîtîyê tînin ziman, berîya her tiştî li ser vê mijarê rawestin. Bila baş bê zanîn ku, sazkirina “Yekîtîya Netewî”, ber bi azadîya gelê kurd ve, gavek herî girînge. Dîsa divê bê zanîn ku “Yekîtîya Netewî” li ser hemû berjewendîyên şexsî û rêxistînî re ye.
Lê mixabin, hewldanên rêxistin û partiyên kurd ên ji bo “Yekîtîya Netewî” bawerîyek xurt nade meriv. Gelo çima? Li gor nêrîna min, sedemê vê bêbawerîyê, berjewendîyên şexsî û rêxistinî ne. Meriv carna difikire; wateya “Yekîtîya Netewî” çiye? Bi pêşengîya kê dibe bila bibe; dema ku “Yekîtîya Netewî” çêbibe, gelo kî yê jê zîyanê bibîne? Ez bixwe, di rewşa îroyîn a Kurdistanê û dinyayê de tu astengî li pêşîya “Yekîtîya Netewî” nabînim. Kî dibe bila bibe, dema ku mijar “Yekîtîya Netewî” be, divê hemû berjewendîyên xwe yên şexsî û rêxistinî bide alîyekî.
Qasî ku min dît/dibînim, rêxistin û partiyên me, hê jî li gor mejîyê 30 sal berê tevdigerin. Hinek ji rêxistin û partiyên me, ji bo berjewendîyên “Yekîtîya Netewî” na, lê ji bo berjewendîyên xwe ango ji bo pêşemitandina hevdu di nava heldanan de ne. Ez hevî dikim ku, ez di vê nêrîna xwe de şaş bim. Na, heger ev rastîyek be, divê herkes ji xwe fedî bike!...
Li gor nêrîna min, şarezayîya me kurdên li Ewrûpayê jî kêm e. Ji pêşketinên li riyê dinyayê em îstifade nabînin û nikarin bibin xwedîyê ramanek hevdem û herweha em nikarin bibin xwedîyê jiyanek nûjen jî. Ev kêmasîya me, di her warî de derdikeve pêşîya me.
Tiştê ku min di konferansa Gruba Xebatê de dît; em kurd hê jî li gor çand û zihnîyeta xwe ya kevnare, di civînan de tevdigerin. Em li gor teknîk û metodên nûjen kar nakin. Bêguman carna berjewendîyên sexsî û rêxistinî jî derdikevin ber çavan. Di dema axaftinên bi munasebeta “dîtin û pêşniyarên li ser Reşnivîsa Bernamê a Gruba Xebata Netewî a Kurd” de jî, kêmasîyên me kurdan derketin holê; dîsa weke her car hinek kesan bi mebesta “ez jî heme” axaftin kirin û ev jî bi raya min, tu feydeyek neda karûbarê konferansê.
Reşnivîsa Bernamê a Gruba Xebata Netewî a Kurd, li ser maseya her beşdarvanan hebû û rojev jî “dîtin û pêşniyarên li ser bernamê û model û hiqûqa yekîtîyê” bû. Lê dîsa jî hema bibê piranîya axaftvanan ji rojevê dûr nêrînên xwe anîn ziman. Ez dizanim ku, ev jî ji kevneşopîya rêxistin û partiyên me tê. Bi raya min, ne xêra vê zihnîyetê ji rexistinan re heye û ne jî ji hewldanên bo “Yekîtîya Netewî” re.
Divê em kurd jî êdî di civîn û konferansên xwe de li gor pivanên hevdem tevbigerin û hewlbidin da ku bi hêsanî bigihîjin encamekî. Ya herî girîng ewe ku, meriv li gor rojeva civîn û konferansa xwe amade bike, ne li gor ragihandina ramanên xwe yên rêxistinî.
Di konferansa Gruba Xebatê de, daxwaza hevbeş ya beşdarvanan “Yekîtîya Netewî” û herweha rola Gruba Xebatê ya ji bo pêkanîna “Yekîtîya Netewî” bû. Dîsa ji alî beşdarvanan ve hat xwestin ku, Gruba Xebatê nebe parti, lê xwe weke “Bizavek Netewî” bi rêxistinî bike.
Gruba Xebatê di Reşnivîsa Bernameyê de, dibêje ku “emê tecrûbeyên berê yên yekîtîyan ji xwe re bikin ders” û “emê hemû parti, rêxistin, kesayetî û sazîyên pîşeyî û sendîkayî yên li welatê me di bin sîwana xwe de bigihînin hev û yekîtîya netewî pêk bînin”. Di van herdu hevokên di Reşnivîsa Bernamê de jî eşkere ye ku, rola Gruba Xebatê; “koordînekirina têkilîyên dinavbera hemû parti, rêxistin û sazîyên kurd a ji bo Yekîtîya Netewî ye”.
Bêguman ev hewldana Gruba Xebatê hêvîyek dide meriv, lê divê meriv xetereyên li pêşîya vê hewldanê jî ji bîr neke. Gelo ev xetereyên li pêşîya hewldanên Gruba Xebatê çi ne?: Di serîde, divê meriv dijminatîya rejîma kemalîst a li dijî hewldanek weha tu car ji bîr neke. Rejîma kemalîst dijminê hewldanên bi vî rengî ye. Lewre Gruba Xebatê, li ser bingeha netewî birêxistinî dibe, divê hesabê hemû xerabîyên rejîma kemalîst bike. Xetereyek din jî “dijberîya di navbera rêxistin û partiyên kurdan de” ye. Tirsa min ewe ku, ji rejîma kemalîst bêtir, ev xetereya duwem, astengîyê ji karûbarên Gruba Xebatê re derxîne. Ji vê bonê divê kurdên ku berjewendîyên “Netewî” di ser berjewendîyên xwe re digrin hişyarbin û hewldanên li dijî “Yekîtîya Netewî” di raya giştî de bidin mehkûmkirin.
www.netkurd.com