Xwendinên li ser raboriyê (ya nêzîk) bi riya şahidiyan xwe çindkirina naveroka bûyînên derbasbûyî ye. Ev şahidî ji ber ku ne ji bo bûyînên hêna ku em bi xwe jî tê de dijîn in bi hin aliyan ve ji bo xwîner û guhdaran veşartî ne; sergirtî ne. Herçiqas bi riya şahid û şahidiyan hin tişt xuya bibin jî dîsa em dikarin bibêjin ku ji pêdiviya nêrîn û dîtinên cuda kêm in û ji lewma yekalî ne. Lewma dibe ku xwîner li van şahidiyan bi şik û guman binêrin.
Dem, di bîrê de tiştinan dihêle tiştinan dihêre. Şahidiya ku em qal dikin heke ne bes bûyîn be jixwe em dikarin bi gellek awayan lê binêrin; dem, mekan û kes… bi riya van şahidiyan heke bên nirxandin wê hingê bo wî şahidê/a ku em qal dikin bawerîpêanîn dikeve dewrê. Loma herkes nikare bibe şahid jî. Tiştên ku ji bo şahidiyê tên xwestin kêm zêde diyar in. Divê hişê wî/wê li serê wî/wê be. Hişyar û azad be. Û divê tişta ku şahidiya wê dike dîtibe; di dema bûyêrê de li wir bûbe.
Şahidiya ji bo do û pêr analîze jî. Heta heke ev şahidî ya ku em qal dikin di mijara xwe de wek numûne be; şahid hindik bin bêhempa ye. Çimkî şahidiyên bi vî rengî bo babetên xwe analîzên serdem û bûyerên xwe ne jî. Bo Kurdan şahidî bêtir li vê danasînê tê. Lewra Kurd, hem şahid in hem jî mexdûr. Balkêş e mexdûriyeta xwe teslîmê tu kesî nekiriye; li tu kesî nekiriye bar lê ya cîran û desthilatdarên xwe li xwe kiriye bar. Lê belê şahidiya xwe nekiriye an jî li gor mezinatiya bûyer a ku wan kiriye mexdûr nebûne şahid. Di şahidiya xwe de bi qasî mexdûriyeta xwe çalak nebûne. Helbet sedemên vê neçalakiyê hene.
Ev destpêk ji bo xwendin û şahidiya ‘Jîyan û Helwest’a(1) Fuad Onenî ye. Onen, şahidê serdemeke dûr û dirêj e. Piştî ‘Ray, Raman û Bîranîn’ê(2) di vê şahidiya xwe de li ser pêşveçûnên di navbera 1971 û 2011’an qewimîne disekine. Rewş û sosyolojiya kurdan ya ku niha tê de ne herçiqas em karibin bêtir bi dûr ve bibin û li gor rûdanên demên kevintir binirxînin jî ‘îro’ bi fenomen û diyardeyên xwe yên beloq bi rûdanên di navbera van salên diyarkirî de jî mumkun e ku bê fahm kirin. Derbeya 12 Adarê û 12 Îlonê û pê re geşedanên li Kurdistanê. Û helbet PKK û helwestên wê. Onen, di ‘Jiyan û Helwest’ê de bersiva pirsên di vî warî de ku lê hatine kirin dide. Li gor şahidiya xwe bi heft periyodan helwesta PKKê dinirxîne. Wek tespît bala min kişand ku kesên jêpirsînê girtinên ser milê xwe nemaze di pirsen xwe yên li ser PKK’ê de weka ku ji Onen cudatir disekinin. Xuya ye ku Onen di bersivên xwe de baldar e lewra şahid, dizane ku çi dike û şahidiya çi dike. Şert û mercên şahidiyê dizane. Li gor gotegotan tevnagere û tu kesî di bin tohmetê de nahêle. Heta baxusûs di mijara PKK’ê de periyoda zêde dike. Bi vî awayî hem nêrîna xwe firehtir dike û hem jî ji tawanbarkirinê xwe dûr dihêle. Gotina xwe jî dibêje lê bi sekneke klas şahidiya xwe dike. Şahidê ku em qal dikin, li dem û dewranên ku em bi endîşe û metersiyan nêzîk dibin şahidiyê dike. Lewra ne bes bo xwe bêtir bo analîz û xwendekarên xwe bipîvan tevdigere. Helbet mijar ne bes PKK ye, li gel gellek mijarên din Koma Xebatê û Tevkurd jî yek ji mijarên girîng yên ku li ser hatiye sekinîn e.
Ji cildê Jiyan û helwest
Onen, bi vê şahidiya xwe nêrînên ku di derbarê wî û kesayetiya wî de tên kirinê bi bihneke fireh pûç dike. Li gor hin gotinan xwedêgiravî Onen, bi kesî re naxebite, tu kesî naecibîne. Di hemû xebatên ku wê pêk bên de heye lê li ser navê ‘xerakirinê’ li wir e. Li gor dîtina min bi vê şahidiya xwe ya qeydkirî, Onen, van gotinên neheq jî dibersivîne. Ji bo xebatên hevpar; herçiqas bo kurdan û Kurdistanê bin jî xwedî prensîb e û ji van prensîbên xwe nayê xwarê. Li gor baweriya min nêrînên di derbarê Onenî de ji vê ‘helwest’a wî ye. Ji ber vê hewl û helwestên Onenî, negetaîf tê dîtin. Mirov dikare bêje ku hin ji sedemên van dîtinan sekn û entelektueliya Onenî ye. Heke ez ji bo Fuad Onen, li rengdêrekê bigerim ew ê ev rengdêr ne siyasetmedar be. Lewra di siyasetê de hin prensîb li gor siyaset û maseyê hinek rengê xwe diguherînin. Çimkî elastîkiyet ji bo xebateke hevpar giring e. Onen, bo kurd û Kurdistanê bi xettên xwe yên sor di her şert û mercî de li meydanê ye. Ha mase ha kursî ha meydan bo wî ferq nake.
Ji bo formata kitêbê ez bi temamî wekî axêver (Fuad Onen) nafikirim. Çiqas diçe bêtir hevpeyvîn û roportaj tên berhev kirin û dibin kitêbên qerrase. Carinan kesên hevpeyvînan dikin dibin nivîskarên wan kitêban, carinan jî kesên ku bersiv didin wek nivîskar navên xwe li ser bergên kitêban datînin.
Di pêşgotina xwe de Onenî, xwe wek axêver destnîşan kiriye ku li gor nêrîna min ev tespît di cih de ye. Şêwaza kitêbê her wekî ku axêver jî bal kişandiye ser û gotiye ji bo xwîneran gellek avantajan dihundirîne. Li gor qenaeta min şêwaza kitêbê ji bo axêverî jî gellek avantajan dihundirîne. Lewra axêverê vê berhemê kurd e û çand û edebiyata kurdî bêtir devkî ye. Mû’cîzeya Kurdan ya çanda kurdî xwe di parastina zimanê kurdî de îspat kiriye. Kurd pişta xwe bi dilrihetî dikarin bidin wê behrê. Ji bo şêwaza berhemê ez dikarim vê bêjim ku heke axêver ew kesê bi deh saetan (hevalên Onenî di sohbetên xwe de qala şahidiyeke bi vî rengî dikin) dikare wek doktrîner biaxive be ev şêwaz bo wî avantaj e heta tam li gor dilê wî ye.
Lê Jiyan û Helwest, xwe bi formeke din danîbûya refên kitêbxaneyan bi ya min wê qîmeta xwe girnabuhatir bikira. Bi ya min bi formata xwe ji giraniya xwe xwariye. Lê divê bi vê nêrînê ez heqsiziyê li analîzên hêja yên Onenî nekim. Tişta ku ez dixwazim bêjim ku wek tespît di çanda kurdî de hêza gotin û kelamê ye. Florence Dupont, qala hêza gotinê dike û li ser Mû’cîzeya Yewnanî disekine. Dibêje ku yewnaniyan felsefeyê ne bi nivîsê bi awayeke devkî hîn dikir. Phytagorsî ti cureyê nivîsê qebûl nekiriye û giring e ku Sokrates axivîye nenivîsîye.(3) Ez gotineke Dupont bi deyn bistînim û pirsa xwe lê zêde bikim gelo ez ê ji hedê xwe derbikevim! ‘edebiyata ku xwendekarê wê tune ye’;edebiyata kurdan ya ku xwendekarê wê hindik e gelo ji ber hêza edebiyata devkî ya kurdan e? Saussure jî her wekî Edward Sapir, C.Hockett û Leonard Bloomfield, îddîa kiriye ku nivîs, zimanê axaftinê bi awayek xuyayî ji nû ve temsîl dike.(4)
Jiyan û Helwest, pirs û bersiv be jî bi awayek profesyonel hatiye amade kirin. Çawalêhato nîn e. Mijar ne li gor pirsan, pirs li gorî mijaran hatine amade kirinê. Ev jî dide nîşandan ku haziriyeke baş ji bo hevpeyvîn û berhevkariyê hatiye kirinê.
Ji bo qeydkirinê ya divê deng, awaz û usûl xweş be ya jî gotin xweş be. Jiyan û Helwest, gotineke xweş e lê ya girîng ev e ku ew kesê ku dengê wî hatiye qeyd kirinê kamil, zana û ewle ye. Lewma tespît û analîzên ku bi riya deşîfrekirina dengekî li ser kaxezê hatine xêz kirin yên derbarê do û pêr de ji bo projeksiyon û stratejiyeke îro û sibê muhîm in.
1-Onen, Fuad, Jiyan û Helwest, Nas, 2013
2-Onen, Fuad, Ray Raman û Bîranîn, Pêrî,2012
3-Dupont, Florance, Afirandina Edebiyatê (Edebiyatın Yaratılışı),Ayrıntı, 2001)
4-Walter J.Ong, Çanda Nivîskî û Devkî (Sözlü ve Yazılı Kültür), Metis,2010)
http://www.kulturname.com/?p=7265