Tuesday, January 21, 2014 7:16 PM
Ez Zarokek Kurd im li Kolanên Ewrûpa!
20 Çilê 2014, 13:48
Foto Dîlan Özzengin
Kurdino, hûn dizanin we çi bi serê me kir!
Em bi hezaran zarokên Kurd li kolanên Ewrûpa ji dayîk bûn. Di malbatên qaşo Kurd de mezin bûn û mezin dibin..
Piraniyên van malbatên me; -bi qasî ku ji ber Tirkan reviyabûn jî- dev ji zimanê tirkan bernedan û di nava malbatê de zimanê tirkan wek zimanê meyî zikmakî bikar anîn..Digotin "em Kurdin, ji Kurdistan in" lê bi tirkî ev digotin..Em jî di nav vê gengeşiyê de mezin bûn..Dema ku me dest bi dibistanê kir, hevalên me jî dipirsîn "hûn ji kîjan netewî ne?"
Me digot "em Kurdin û zimanê me Kurdiye, welatê me Kurdistan"e. Ku li ziman dipirsîn me digot "em bi Kurdî nizanin".
Henekê xwe bi me dikirin û digotin "de here lê/lo hûn tirkin"!
Em fedîkirî derdiketin û carek din ku em mahatabî pirsik wusa dibûn, me bi tirs digot "em Kurd"in..
Hinek malbatan jî di malên xwe de tirkî qedexe kiribûn û bi Kurdî zarokên xwe mezin kirin û mezin dikin..Di nava malbatê de lihevhatiyek xweş hebû. Em bi Kurdî dipeyivîn, me bi Kurdî dilîst, li çîrokên bi Kurdî guhdarî dikir. Bi çîrokên Kurdî, bi stranên Kurdî em radizan..Pir xweş bû. Her tiş li gor dilê me bû..Em Kurd bûn û her tiştên me bi Kurdû bûn.
Ala meyî rengîn li odeyên meyî razanê dalqandî bû û em bi rûhekî netewa xwe mezin dibûn..
Lê roja em derketin kolanan û me bi zarokan re dan stendin çêkir..Derdorên me Elman bûn, Îngilîz, Îsweçî, Holandî, Dênîmarkî, Fransiz û wyd. bûn.
Li zarokxanan em bi zimanê van welatan dipeyivîn..û pir zû em hînî zimanan bûn..Lê em di hesreta zarokekî ji hemwelatiyên xwe bûn ku bi wan re bi Kurdî bipeyivin, bilîzin û li stranan guhdarî bikin!
..
Mixabin gişan bi tirkî wek bilbilan dişiqîyan û yekî ji wan bi Kurdî nizanîbûn..Ji ber wê jî, ew bi zarokên tirkan re dibûn heval û em tenê diman..
Vê babetê jî dilê me diêşand..Digotin "em Kurdin" lê bi Kurdî nizanî bûn"!
Em mezin bûn, me xwest ku em herin welatê xwe bibînin. Bi zarokên welatê xwe re bilîzin. Bi Kurdî hînî lîstikên zarokên hemwelatiyên xwe bibin.
Roja ku em li belafirê suwar bûn û li Stenbolê daketin, polîsên tirkan ji me pirsîn; "hûn diçin ku?" Malbatên me em tembih kiribûn ku em nebêjin "diçin Kurdistan"! Lê dema ku bi tirkî bi me re peyivîn û me got " em bi tirkî nizanin, em Kurdin"(!) bi awirên xerab li me nêrîn!..
Cara yekem ji ber ku me bi tirkî nizanî bû, em wek sucdar di bin awirên polîsên tirkan de man..
Em li bajarên Kurdistan daketin û li wan bajaran bi hesreta ku bi zarokên Kurdan re bi Kurdî bipeyivin û bilîzin, me lotik li xwe dan..
Wey xwelî li serê me be Kurdino!...
Li bajar û bajarokên Kurdistan jî hemû zarok disa bi tirkî dipeyivîn û me jî melûl melûl li nav çavên wan dinêrî..Li ber xwe didan ku çend peyvên tirkî bi me bidin zanîn ji bona ku em bi wan re bi tirkî bipeyivin..
Lê hînbûna Kurdî nedihat bîra wan..
Em polî poşman ji welatê xwe vegeriyan!
Ez niha ji we Kurdan dipirsim:
Em kîne û em ji Ku ne?
0.01.2014 , Şeyhmus Özzengin