Li hemberî dagirkirin an destêwerdaneke Başûrê Kurdistanê ji alîyê Komara Tirkîyê ve, divê helwesta Kurdên bakur çi be? Kurdên bakur, bi qasî ku li hemberî vê yekê helwestekê pêk bînin, rêkxistî ne? Konjonktura dinyê ji bo dagirkirineke weha musaîd e an na?
1. Sîstema Serwerîya Tirk (SST), bi hilweşîna pergala dinyê ku ew bi xwe jî wek perçekî wê hatibû damezirandin, ketiye nav pêvajoya jihevketinê. Hemû tarîfên SSTê pûç bûne. SSTa ku armanca xwe ya sereke wek rojavayîbûn û medenîyeta rojava îfade dikir, bawer dike ku Rojava dest bi parkirin û perçekirina wê kiriye. SSTa ku ji YE dûr disekine, li hemberî DYA bi reaksîyon e û di navbera wê û dewletên Avrasyayê de pirsgirêk hene, li dinyê ber bi tenêbûnê ve diçe; ji ber ku nikane di nav senaryoyên nuh ên cûrbicûr de ji xwe re cîhekî, garantîya domandina hebûna xwe bibîne, SST ketiye nav “taswaseke xemgîn". Pozîsyona bingehîn a SST a xwe parastinê ye; serokkomar, serokerkan, serokên MHP û CHP gişt dibêjin ku ew bi xeterên ku berê qet nedîtine re rûbirû bûye, ketiye nav pirsgirêka domandin û mayîndebûna xwe. Divê meriv têkilîya di navbera êrîşkarîya wê û têgîhaştina wê ya "parastina herî baş êrîş e” de bibîne. Têgîhaştina SST a parastinê ‘pêşparastin' e; karûbarên parastina Diyarbekirê ji Hewlêrê dide destpêkirin.
2. Komara Tirkîyê (KT) li ser hîmê perçebûn û bêyî statuyeke sîyasî hiştina Kurdistanê ava bûye. KT li pişt serhildana Kurdan a 1925an Brîtanyayê dibîne û Brîtanya jî KT dibîne, ev ne tesadufek e. Her weha piştî vê serhildanê di 1926an de bi 'Peymana Enqerê’ çareserkirina pirsgirêka Mûsilê jî, ku li Lozanê nikanîbûn çareser bikin, ne tesaduf e. Tiştê ku her du dewlet ji serhildana 1925an hîn bûn ev e : hem nexşeya sîyasî ya Rojhilata Navîn ku bi pêşengîya Brîtanyayê pêk hatibû û hem jî projeya KT, serketina xwe bi perçekirin û bê statuyeke sîyasî hiştina Kurdistanê ve girê daye.
3. Li gora nirxandina min, vê sîstema ku hebûna xwe sipartiye perçebûyî mayina Kurdistanê, zû zû naçe Başûrê Kurdistanê dagir nake û rê nade rakirina beþekî perçebûyinê; îhtîmaleke yekcar qels e û tenê di şerd û mercên pir taybetî de dikane pêk bê. Her çiqas meriv bikanibe ji vê sîstema ku bawer dike ku di nav pirsgirêkeke man û nemanê de ye, her cûre dîn û hartîyê bipê jî, bi dîtina min ew bi qasî ku biçe Baþûrê Kurdistanê dagir bike ne şêt e.
4. Pirê caran, rojeva fermî ya SST û rojeva wê ya rastî bi giştî ne yek in; ji hev guhertî û bi nakokî ne. Heke meriv li gora rojeva fermî SST bişopîne, hewl bide ku wê bi wî awayî fahm bike, meriv dixape. Li gel ku di van mehên dawî de rojeva fermî bûye dijberîya sekulerbûn (laîkbûn) û şerîetê jî, di belavoka erkanîya giştî (genelkurmay) de ne şerîetparêzî lê Kurdbûn wek dijminê sereke hatiye tarîfkirin. Teva ku ji sînor û wê de herêmeke tampon bi salan bûye mijareke rojevê jî, di mehên çûyî de li alîyê xwe yê sînor dest bi pêkanîna herêmeke tampon kirin. Li Bakur, ji bajarên me Sêrt, Şirnex û Culemêrg (Heqarî) hatine dorpêçkirin, hema hema dest bi bicîhkirina herêma pîlot a herêma tampon kirine. Ev bîcîhkirina herêma pîlot ê li gora konsepteke wisa fireh bê meşandin ku bi rêya kuştinên fail-nenas û gelek kirinên wek wê, bê mirov hiştin, bê Kurd hiştina herêmê jî di nav de be. Ji ber ku gotinên resmî rojev bi herêmeke tampon a ji sînor wê de xetimandiye, li dijî vê kirinê ne ji hundir û ne jî ji derve reaksîyoneke pêwîst pêk nehatiye. Divê em bala xwe li ser vî alîyê sînor kom bikin.
5. Tehdît û gefxwarina SST a dagirkirina Başûr perçeyekî şerê şikandina vîn û îradê ye; armanc dike ku bi vê yekê di vîyan û îradeya Kurdan de şikestekê pêk bînin. Divê em gotinên wek ‘Parastina Mîsaqê Milî’ ango Peymana Netewî, ‘Tirkîyeyîtî’ li Bakur û li Başûr jî yên wek ‘Kurdistana serbixwe xewn û xeyal e, pêkanîna wê ne mimkun e’, mîna dîyarbûnên vê şikesta îradê bihesibînin.
6. Hêrsa Sîstema Serwerîya Tirk a li hemberî Başûr ji ber Bakur e; SST xwe disipêre wê hîpotezê ku, heke Kurd li Başûr bibin dewlet, ew ê li Bakur bêdewletbûnê qebûl nekin. Ronakbîrên sivîl û leşker ên SST ku şiûra wan a dîrok û dewletê pêşketî ye, xeterê dibînin û mekanîzmaya hişyarîya pêşdem dişixulînin. Mixabin ewa ku li ba wan pêşketî ye li cem me nekemilî (kêm-gîhaştî) ye. Ev nekemilîbûna şiûra dîrok û netewe ya sîyasetmedarên Kurd di vê pêngavê de yek ji pirsgirêkên me yên sereke ye.
7. Gotinên sererkanê giştî yên « kesên ku nebêjin ‘xwezî li yê ku dibêje ez Tirk im’ dijminên komarê ne û yên wanî jî bimînin, », dûre « ji bo gerîlayekî li çîyê li jêr 10 kes pêwîst in; mele û muxtarên gundan li ser rêyan mayinan radixin, » tarîfeke dijmin e. Bi sedhezaran alên di xwepêşanên komarê de libakirî jî li dijî vî dijminî hatin raberkirin. Pêwîstî bi xwaro-maro û çivo-mivo kirinê tuneye, ev dijmin netewa Kurd e. Ji bo artêşekê encama xweristî (tebiî) ya tarîfkirina dijminekî amadekarîya şer e. Divê em têbigihêjin ku SST li dijî netewa Kurd amadekarîya şerekî giştî û seranser dike. Ev amadekarî ji derbeyên 27 Gulan, 12 Adar û 12 Îlonê cuda ye. Ev amadekarî li dora ‘hêzên bijûn (jîndar)’ ên sîstemê tê reorganîzekirin û hewl didin ku bi girseyan re bê domandin. Di nav rêxistinên paramîlîter ên wek Yekîtîya Netewehezan, Kuva-î Mîllîye, Tevgera Dîp de ne tenê leşkerên malnişîn (teqawîtbûyî), leşkerên li ser kar jî xebatê dikin. Dîyar e ku depoyên çekan, ku wek encama operasyonên ku muhtemelen alîyên navnetewî jî hebûn hatin vedîtin, ji çalakîya nijdeyan (çete) berfirehtir in. Divê em xwepêşanên komarê û senaryoyên Hudsson jî di vê berfirehîyê de binirxînin. Ez pêşniyar dikim ku gefxwarina dagirkirina Başûr û êrîşa SST di nav berfirehîya amadekarîya vî şerê giştî yê li dijî Kurdan de bê nirxandin.
8. Gefxwarina SST a dagirkirina Başûr çalakîya jidandina zincîrên me Kurdên Bakurê dagirkirî ye. Divê rêxistinên Kurdên Bakur vê lidijderketinê ne wek piştgirîya Başûr lê wek çalakîya bi hev re azadbûnê fahm bikin. Divê armanc bike ku ne li sînor, ne li Xebûrê lê li Amedê, Şirnexê, li Entabê li dijî vê gefxwarina dagirkirinê raweste.
9. Gefxwarina Başûr jî di nav de, têkoşîna li dijî amadekarîya vî şerê giştî bêyî Yekîtîya Hêzên Netewî çênabe. Dîyar e ku di vê pêngavê de em ji rêxistineke yekîtîya netewî ku bikanibe li ser zemîneke bernameya netewî ku xwe sipartibe heşê hevbeş ê sîyasî helwestê nîşan bide û bibizive bêpar in. Her çiqas rêkxistîbûnên Kurdên Bakur hebin ku cîhê cîhê helwestan pêk bînin jî, ne mimkun e ku meriv qala rêkxistîbûnekê bike, ku bikanibe vê yekê veguherîne bo çalakîyeke hevbeş a netewî. Erk û vatinî afirandina vê yekê ye. TEVKURD di vî warî de gaveke yekcar dilnizm e. Bernameya TEVKURD ber bi heşê hevbeş ê sîyaseta netewî ve gaveke erênî ye. Ez vê pêşniyarê dikim: Em vê înîsîyatîvê wek zemîna berxwedan û bizivîna li dijî êrîşa giştî û seranser a Sîstema Serwerîya Tirk xurt û bihêz bikin.
10. Bi dîtina min berî konjonktura dinyê konjonktura avasazîya Komara Tirkîyê bi xwe ji bo dagirkirineke weha ne musaîd e. Ev gefxwarin herî pir dikane wek operasyoneke bi sînor û bi dem a li dijî qadên gerîla pêk be, wek ku berê 24 caran ceribandine. Lidijderketina her cûre operasyonên ku berê xwe bide xakên me namûsa me ya welatparêzîyê ye. Konjonktura dinyê jî ji dagirkirineke wisa re ne musaîd e. Wek ku tê zanîn, li dijî operasyonên dervê sînor ên SST ên berê reaksîyonên navnetewî pêk nedihatin, belêkirineke bêdeng hebû. Di operasyonên berê de car caran piştevanîya rêxistinên Başûr jî wergirtiye. Lê belê destêwerdana KT a vê enîya ku nuha aktorên navnetewî ji bo pergala nuh a dinyê pev ketine, dê ji alîyê van aktoran vê neyê pejirandin. DYA û YE dîyar kirine ku li dijî vê dagirkirinê ne. KT nikanîbûye piştevanîya welatên Avrasyaya ku heta bi derekê bawerîya xwe pê dianî jî bisitenda. Çînê dîyar kiriye ku li dijî vê dagirkirinê ye, Îranê dijberîya xwe daxuyandiye, Rûsyayê piştgirî nedaye. Lewra xuya ye ku ne konjonktura dinyê û ne jî konjonktura avasazîya KT dê bihêle ku dagirkirineke wisa pêk were.