Fuad Onen posted on June 06, 2018 15:55
TC li sê perçeyên Kurdistanê şerekî dagirkerane û tund dimeşîne, bakur-rojavayê Kurdistanê di bin dagirkerîya Tirkan de ye, li rojavayê Kurdistanê berê ketibû Cerablûs û Elbabê nuha jî Efrîn dagir kiriye. Li başûrê Kurdistanê jî dibêje ku me 11 baregehê leşkeri ava kirine. Hedefa wan ji Başûr heta sînorê Îranê baregehên leşkeri ava bikin. Ji bo dewleteke dagirker ev hedefeke asayî ye.
Pirsgirêk ew e ku sîyaseta Kurdistanî li hember van êrîşên Tirkîyê ne xwedîyê helwesteke yekgirtî ye. Dema ku TC ji bo Referandûma Serxwebûnê êrîşî başûrê Kurdistanê kir û dewleta Iraqê û hêzên Haşdî Şabî hicûmî Kerkûk û derdorê wê kirin, PKKê got ku; “Ev şer di nabêna Iraq û Başûrîyan de ye û em di vî şerî de bêteref in.” Lê divê zanibin ku, kîjan dewleta dagirker dibe bila bibe, (Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye) li kîjan perçeyê Kurdistanê bi ser kevin, li temama Kurdistanê dagirkerî xurt dibe. Û wek encam, piştî Karesata Kerkûkê TC çû Efrîn dagir kir. Nuha jî dibêjin em ê di reşahîyê de berê xwe bidin Qendîlê.
Qendîl rêzeçîya ye û di sêkoşeya başûr, bakur û rojhilatê Kurdistanê de dimîne. Dagirkirina wê derê ne ew çend hêsan e. TC çima di vê deme de qala dagirkirina Qendîlê dike? Li Tirkîyê hilbijartin heye, argumenta her du bereyên dagirker (Cumhur û Millet) ya esasî dijberî û dijminatîya Kurdan e. Dewleta Tirkan nikare bi serê xwe li wir operasyoneke leşkeri bimeşîne, divê bi Iraq û Îranê re li hev bike. Qada hewayî ya Başûr û Iraqê di kontrola hêzên hevpeyman û Amerîka de ye. Hek ev rê nedin, Tirkîye nikare bi serê xwe li wê derê operasyoneke leşkeri pêk bîne û bi ser keve.
PKK tevî ku gelek şaşî û nebaşî kiriye û divê li başûrê Kurdistanê serwerîya Hikûmeta Kurdistanê nas bikira jî, divê hemû sîyaseta Kurdistanî, hemû partî û her kes li hember hicûma dagirkerane ya dewleta Tirkan bi yekdengî derkevin. Bi sedem ku hedefa dewleta Tirkan jiholêrakirina Kurdistanê ye.
Sedema ku TC hicûmî Bakur, Başûr û Rojava dike, ne tenê hilbijartin e, hedefa TC ya esasî ew e ku; Kurd li tu deverê statuyeke sîyasî bi dest nexin û dewleteke serbixwe ava nekin. Rêvebirên Tirkîyê ji sibê heta êvarî dibêjin ku, “meseleya me ya bekayê heye”, meseleya wan a bekayê Kurdistan e. Difikirin ku li Başûr dewleteke serbixwe ava bibe an li Rojava tiştekî wisa pêk bê, ew ê nikaribin li Bakur sîstema xwe wek berê bimeşînin. Yanî derdê dewleta Tirkan ew e ku, Kurd li Rojhilata Nêzîk nebin xwedî dewlet. Gotinên Tirkan li gor hiqûqa navdewletî ne meşrû ye. Hek em ê peyvên ‘teror’ û ‘terorîzm’ê bi kar bînin; dewleta Tirkan li rûyê erdê dewleta herî terorîst e. Tirkîye li sê perçeyên Kurdistanê ji bo ku hebûna miletê Kurd û Kurdistanê ji holê rake şer dike, hek ev ne terorîzm be, terorîzm çi ye? Dewletên Rojava li gor hesabên xwe carinan bi Tirkîyê re, carinan bi PYD û YPGê re kar dikin.
TC ne tenê ji bo ku PKKê ji wir derxîne dikeve başûrê Kurdistanê, dixwaze ku başûrê Kurdistanê jî kontrol bike. Divê sîyasetmedarên Kurdan ji bîr nekin ku, dema ku li Başûr Referandûma Serxwebûnê çêbû, ji Iraq, Îran û Sûrîyê bêtir dewleta Tirkan bertek (reaksiyon) da. Hikûmet û parlamentoya Başûr hebûn û bi awayekî mirovatî xwest ku ji gelê xwe bipirse ku serxwebûnê dixwaze an na. Lê dewleta Tirkan bi artêşa Iraqê re li Silopîyê dest bi tatbîqatên leşkeri kir ku rê li ber referandûmê bigire.
Mijara ku dewleta Tirkan dikeve başûrê Kurdistanê ne derxistina PKKê ye, mijar Kurdistan e. TC bi hemû derfetên xwe hewl dide ku li Rojhilata Nêzîk dewleteke Kurdan ava nebe. Ew ji me çêtir dizane ku, zû an dereng Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî wê li Rojhilata Nêzîk ava bibe. Ev yek jî dawîya dewleta Tirkan e. Li rojavayê Kurdistanê li hember dewleta Tirkan tu êrîş tunebû, lê dîsa jî çû Efrîn dagir kir, çi têkilîya dagirkirina Efrînê bi şerê li dij terorîzmê re heye? Gava ku DAÎŞ ket nav Sûrîyê Turkîye li dij derneket û berevajîyê wê piştgirî da DAÎŞê.
Tirkîye di nav PKKê de çiqas xwedî bandor be, çiqas dikare PKKê manîpule bike jî; Kurdên çekdar û baregehên leşkeri yên li çîyayên Kurdistanê, ji bo dewleta Tirkan tirseke mezin e. Dewleta Tirkan wek ku em li PKKê dinerin, lê nanêre. Dewleta Tirkan nuha ji cerdevanên Kurdan jî hesaban dike, Dibêje ku, her çiqas nuha ji bo me dixebitin jî, lê him Kurd in û him jî çekdar in, dibe ku rojekê li hember me jî şer bikin. Tecrubeya cahşên başûrê Kurdistanê jî li ber çavan e. Ji ber vê yekê her Kurdekî çekdar ji bo Tirkîyê talûkeyeke mezin e. Hedefa dewleta Tirkan ne partîyek e, gava ku hewce dît bi salan li Oslo û Îmralîyê bi PKKê re têkilî çêkir.
http://www.dengeamerika.com/a/sense-stance-tur…/4425520.html