posted on November 06, 2020 16:58
PKK, di şerê çekdarî ya li dijî Dewleta Tirkîyeyê de têk çû. Li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta dagirker, şer rawestand û piraniya çekdarên xwe vekişande Başûrê Kurdistanê. (Di şerê çekdarî de têkçûn jî bi şûn ve vekuşîn jî heye û heta radeyekê asayî ye).Dewleta dagirker bi hênceta PKKyê şer daxist nav axa Başûr. Aniha PKK li wir jî bi şûn ve vedikişe.
Rewşa leşgerî bi kurtasî ev e.
Di van şerdan de eger PKK dixwaze ber bi axa Başûr ve paşve here, divê bi hikûmeta Başûr re li hev bike û li gorî serwerîya Başûr tevbigere. Na, heke PKK serwerîya Başûr nas nake divê di qada şer de bimîne û li dijî hicûmên dewleta dagirker têbikoşe. PKK vê jî nake û hicûmî hêzên Başûr dike û desthilatîya Başûr ji xwe re dike hedef.
Nabe ku hûn bêjin em li Bakur têk çûne û em ê li Başûr bibin desthilat.
Nabe ku hûn bêjin em nikarin şerê dagirkeran bikin lê em ji şerê kurdan re jêhatî ne.
Bi vê helwêsta xwe hûn destkeftiyên her çar parçeyên Kurdistanê tehdîd dikin.
Rêvebirîya PKKyê di jêrkontrola gelek hêzên bîyanî de ye. Ji ber vê yekê di biryarên wan de rola dewletên dagirker xurt e. Ev dibe sedem ku gelek caran sedemên tevgerên PKKyê nayê fahmkirin.
Ev banga me li kurdistanîyên di nav PKKyê re ye.
Hicûmî hêzên kurd nekin. Bi vê hicûmê, hûn sedemên şerwanîya xwe ji holê radikin.
Em dizanin ku we ji bo Rizgariya Kurdistanê rahîştiye çek. Nabe ku hûn berê çekên xwe bidin kurdistanîyan.
Ji aliyê din ve tunebûna helwêst û îradeyeke neteweyî li Başûr, wek her carî kêşeya me ya esasî ye. Hikûmeta herêmê li hember hicûmên dewleta dagirker û alozîyên bi PKKyê re ne xwedî helwêsteke hevpar in.
Eger li holê hikîmetek hebe, divê helwêsteke hikûmetê jî hebe.
Eger ev koalîsyona heyî di mijara hicûmên Tirkiyeyê, Şengalê, têkilîyên bi Baxdad, Tahran û Ankarayê re ne xwedî helwêsteke hevpar û neteweyî ye, divê ku dawî li vê koalisyonê bînin û hikûmeteke xwedî îradeyeke hevpar ava bikin.
Bi hikîmeteke di şikil de heyî û di qadê de tuneyî, çênabe, ne xwe bixapînin ne jî me.
Divê rojek berî rojekê hikûmet û parlamentoya herêmê ( ne PDK û Serok Barzanî) di derheq alozîyên ku bi PKKyê re hene biryarekê bidin. Ji bo pêşî li vî şerê xwekujî bêgirtin helwest û pêşnîyarên xwe aşkere bikin.
Ger her alîyê sîyasî yên kurd, dibêjin birakujî xwekujî ye, divê ev jî bê zanîn ku:
Mafê her kesekî heye ku xwe bikuje ango întixar bike lê mafê tu kesî nîn e întixarê li ser miletekî ferz bike.