×
Xalid Begê Cibrî û Kurdistaneke Serbixwe
Fevzi Namli
Xalid Begê Cibrî û Kurdistaneke Serbixwe
Sal 1925, 14 Nîsanê wek îro, rêvebirê neteweya kurd serokê Tevgera Azadî, Xalid Begê Cibrî ji ber xebata siyasî-rêxistinî ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ji teref  dagirkerên tirk ve hate dardekirin. Xalid Begê Cibrî welatparêz û şoreşger bû; se...

Selahattin Eyyubi
Filiz Baran
Selahattin Eyyubi
“Önce, ben Kürdüm. Ramadi aşiretindenim. Bu aşiret, Kürdlerin en eski ve asil aşiretlerinden biridir. Aşiretin yerleşik yeri, Batı Azerbeycandır(Kızıl Kurdistan). Dedem Şadinin babası Mervandan önceki soyumuz üzerine fazla bilgim yoktur. Bizim...

Kurdȇn Ȇzdȋ ȗ Qetlyama Ermeniya / Para duda
Eskerê Boyik
 Ferman. Gava vê peyvê dibêjin evdên Ȇzdî bi tirs û saw, bê hemdê xwe neheqî, kuștin û kokbirya civaka xwe bîr tinin. Xûn ji wê peyva xezeb diniqite. Ferman yanê biryar: biryara hêzên hukumdar. hêzên deshiletdar, hêzên dewleta hov. Ev peyv bi de...

Şoreşa qoçgiriyê
Îsmaîl Heqî Şaweys
Şoreşa qoçgiriyê
Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê şoreşê de gundên Qoçgiriyê tûşî talan û şewitandinê bûn

Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Tahsin Sever
Serokê Komîteya Îstîklala Kurdistanê (Azadî) Mîralay Xalid Begê Cibrî
Xalid Begî Kurdistanê yekparçe didît. Li kîjan parçeyî dibe bila bibe, 'serketina her hewldanek a ji bo serxwebûna Kurdistanê wek serketina xwe didît. Ji vê çendê ji tevgera kurd a di bin serokatîya Şex Mehmûd de ku li Kurdistana Başur pêkdihat, ...

Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
admin
Ala Kurd û „Ey Reqîb“ ji Kurdan re jiyan e!
Çi mixabin gelek bêstekar ji eslê nivîsa sirûd dûrketine û her yekî ji xwe re bi gotinên cuda cuda sirûd bêstekirine! Di nav Kurdan de bi her zaravayî sirûd têye gotin. Werger û jê fehmkirina sirûd li gor zaravayan di ciyê xwe be jî, dema ji çar zara...

Zimanê Zikmakî, Perwerde û Perwerdeya bi Kurdî
Evdirehman Onen
Perwerde, çalakiya bidestxistina zanîn, huner û têgîhaştinê ye, dewlemendkirina mirov e. Armanca perwerdeyê ew e ku, zarok xwe, civakê û xwezayê baştir nasbike û têkildariyek qenctir li hev siwar bike.

Di arşîvên Sowyetê de Serhildana Şêx Seîd
Fevzi Namli
Bi awaki giştî li ser pirsa Kurdî û taybetî di derheqê sedem û karaktêrên serhildana xelkê Kurd a 13 Sibat 1925ê de gellek nerin û hukmê li dijî hev hene. Kurdnasê Sovyetî Wasilevskiy di rapora xwe a ji 13-31Adara 1925ê de, di derheqê serhildana şêx ...

Şiûra tarîxê û Lozan
Fevzi Namli
Şiûra tarîxê û Lozan
Encamên sîyaseta asîmîlasyonê, hafiza tarîxî zeîf dike û tesîrên xwe ên neyînî li ser tevgera netewî dihêle. Bêyî ku mirov li ser vê mijarê raweste, ew ê zahmet be mirov têbigihê, gelo ji bo çi îro li bakurê Kurdistanê tevgera netewî gîhaye merhela h...

20

Wergerandina ji soranî: Roşan Lezgîn
I
Di sala 1920ê Zayînî de serhildana Qoçgiriyê dest pê kir û piştî ku şeş sal ajot, li sala 1926an bi kuştina Mûrad Paşayê xayîn re kutayî lê hat. Di vê şoreşê de gundên Qoçgiriyê tûşî talan û şewitandinê bûn, xelkê gundên vê navçeyê hate kuştin, jin û zarok tûşî kuştin û talankirinê bûn. Gelek ji serbazên tirk ku bi hoya Kemalîstan şerê wan dikirin jî lê bi wan xweş nebû ku di navbera gelê tirk û kurd de xwîn bête rijandin, çunke azadî û serxwebûna kurdan li ber wan jî hêja bû, lewma jî wan nedixwestin şerê wan bikin. Çunke serhildana vê carê ya gelê kurd ne wek caran bû; Şoreşa Qoçgiriyê li ser heq û daxwazên gelê kurd bû. Lêbelê çi heyf ku Kemalîst bêwefa derketin, êrîş birin bi ser mal û gundên Kurdistanê de, piraniyê wan kuştin, bi hezaran rêncber û gundî û şerkerên wan ên bê sazûman tê de tune û perîşan bûn, ku bi wan re gelek jê beşdarî serhildanê nebûbûn. Bi vî awayî, tirkan bi dirrindetiyê dan dû wêrankirina navçeyên Qoçgiriyê û şoreşê mirandin.

Hinek Zanyarî Derbarê Êl û Eşîrên Qoçgiriyê de
Akincihên (niştecih) Qoçgiriyê; hemû êl û eşîrên wir ji netewa kurd in û Elewî (Mezheba Caferî) ne. Wek Qizilbaş (Kelawsûr) bi navûdeng in. Jimara gundên ku ev kurd tê de dijîn 150 ye. Bi karê cotyarî, xwedîkirina pez û dewar mijûl in. Û pê re jî xerîkî çandina baxçe û bostan û rez in. Qoçgirî, li Kurdistana Tirkiyê dikeve nav beşê rojavayê Kurdstanê. Sînorên herêma Qoçgiriyê ji her çar hêlan ve bajarê Sêwasê digire nav xwe û heta bi nêzikî bajarê Erzincanê diçe. Xelkê vê navçeyê, ku dikeve nav van her du bajaran, ji aliyê îdarî ve di bin desthilatî û fermanrewayîya van bajaran de ye. Ev her du bajar bi hêza aboriya akincihên Qoçgiriyê dijîn. Xelkê herêma Qoçgiriyê li navçeyên Zara, Îmraniye, Qerecewêran, Bilûcan, Begpinar û li qezaya Qangalê û nehiyeya wê Qewaq, li qezaya Qurîçay û nehiyeya wê Qozqişle û Alakilîse û heta Alûcere ku Suşehrî jî digre himbêza xwe, pêk tê. Û dîsa, akincih û eşîret û êlên rojavayê Dêrsimê ku ew jî kurdên Elewî ne, kêm an zêde têkiliya wan a mezhebî bi hev re heye. Li herêma Qoçgiriyê hin gundên tirkan jî hene, ku ew jî dîsa ji mezheba Elewî ne û bi kurdan re hevjiyan û hevbext in û tu cudatiyek naxine nav hev.
Ew herêma ku şoreşa kurdên Qoçgiriyê tê de rûda bi dirêjiya xwe nêzîkî 150 km. û berahiya xwe jî ji Zara hetanî Alakilîseyê 150 km ye. Encumenekî tirk di raportên dîroka şerî de dibêje: “Dirêjiya Herêma Qoçgiriyê 180 km. ye. Û nufûsa akincihên wir 60 hezar kes in. Ji wana 3 hezar çekhilgir in. Êlên Qoçgiriyê jî; Îboyan, Saroyan, Zazayan, Palûyan, Kertelî, Ameneyan bi navûdeng in. Lê bihêztirênê wana Îboyan in û ev eşîr gelek jêhatî ye. Di serhildana Qoçgiriyê de ku li sala 1920ê Zayînî dest pê kiribû, serokên serhildanê Mistopaşazade Heyder Beg û birayê wî Elî Şan Beg, Hecî Rasim, Izet, Mehmûd, Koranî Gul Axayan Neqî û Izet, Hesen Eskerî, katib û mîrzayê wan Elî Şêr bûn.” Û ev peyayên gelê kurd giş tevli serhildanê bûne. Ji vana Heyder Beg midûrê nehiyeya Ecemraniyê bû û birayê wî Elî Şan Beg qaymeqamê bajarê Refahiyê bû. Ev hemû serok bihevgirtî bûn û wan ji bo şoreşa Qoçgiriyê gelek fişek û tifing amade kiribûn.
Avhewaya Qoçgiriyê gelek xweş e, çiyayên wir bilind in, deşt û dol û newalên xwe fereh û ferawan in, li gelî û serçaviyên wir av û kaniyên xweş hene. Bi daristan û deviyên xwe jî gumreh e.
Şertên Serhildan û Şoreşa Kurdên Qoçgiriyê li Herêma Sêwasê
Weziyet û Pêwendiyên Ermenîstana Qafqasyayê bi Ermenên Tirkiyê re li Hember Kurd û Tirk:
Li gor Çardeh Prensîbên serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Wilson, amerîkî û îngiliz û fransizan soz dabûn ermenan ku dewleteke mezin û ferawan ku ji Erîwanê bigire hetanî bendergeha Eskenderûnê, ku xwe digihêne keviyên Deryaya Spî, ji wan re ava bikin. Ji berê de van dewletan bi hukumeta Daşnaq a Ermenîstanê û hukumeta Misawat a Azerbaycana Qafqasyayê û bi Gurcistanê re hev girtibîn û ji bo vê mebestê hevkariyê dikirin. Li qafqasyaya Ermenîstanê sînorên Tirkiye û Rusyayê li pêşiya serxwebûna Ermenîstanê asteng bûn, ku lewma jî biryar dabûn ku leşker û artêşên wan li hember Tirkiyê û Yekitya Sovyetên Rusyayê xwe amade bikin. Derbarê viya de di Cenga Yekem de serok û giregirên Ermenîstanê ji dewletên Ewropa û ji Amerîkayê doza alîkariyê kiribûn û wan bi hev re li dijî selteneta Osmanî hevkariyê dikirin. Belam herçendî gelê kurd hez ji nexweşî û dolabgerandinên gelê ermen nedikir, lê nedixwest zilm û zorê jî li wan bikin, herwiha, li sala 1914-15ê Zayînî, dema ku hukumeta Osmanî (Îttihad we Teraqî) êrîş bir bi ser ermenan de û dest bi kuştina wan kir, hingê gelê kurd destê hevkarî û alîkariyê bo gelê ermen dirêj kir. 30 hezar ermen bi jin û mêr, mezin û piçûk ve li gund û bajarên gelê kurd xwe dan veşartin, gelê kurd ji ber tirkên dirrinde şeref û namûs, can û malê ermenan parastin. Belam, digel vana gelê kurd bi xwe jî têdikoşiya û herçend mafê serxwebûna gelê ermen li bal kurdan pir xweş bû jî, lê kurdan jî nedixwest li jêrî destê tirkan dîl bimînin yan bi destê ermenan bigirin û dîl biçin yan jî dîlîtiya ermenan bi dîlîtiya xwe re biguherînin. Ji ber van hoyan bi rastî û durustî gelê kurd ji ber van pîlan û tevgerên Ermenîstaneke mezin û ferawan neçar bûbûn û vê yekê li ser hesabê gelê kurd şepirzeyî anîbû ber derî. Serok û komele û komîteyên siyasî û civaka gelê kurd li Stenbol û Anadolê û li Kurdistana Tirkiyê bi eşkerayî yan jî veşarî xerîkî xwe rêxistinî bûbûn; dawakar û parêzgarê Kurdistanê bûn. Ji bo vê mebestê bi îngiliz, amerîkî, fransiz, îtalyanî û yewnaniyan re têkilî danîbûn û ji bo mafên gelê kurd ên dîrokî dawakar bûn, ku di dabeşkirin û parçekirina Dewleta Osmanî de Kudistan neyête dabeşkirin û dîlkirin û parçe-parçe nebe.
Herwekî ku me di serî de jî behs kir, kurdên Qoçgirî û rojavayê Dêrsimê bi hev re ji bo amacên gelê kurd ketibûn nav xebatê û ev kurd li ser wîlayetên Erzincan, Sêwas û Elezîzê zal û desthilat bûn. Lêbelê, di wî şerê li navbera tirk û Rusyaya Qeyser de xelkê vê deverê tûşî malwêranî, zirar û ziyaneke mezin bûbûn. Di vî halî de serokên Qoçgiriyan û xelkê Elezîzê li bajarê Stenbolê bi komeleyên siyasî yên Kurdistanê re ketibûn têkiliyê û bûbûn endamê wan komeleyan û bawerî bi hev anîbûn û alîkariya hev dikirin. Bi taybetî di nav komeleya Kurdistan Tealî Cemîyetî de bihêz bûbûn û bi hev girtibûn û ketibûn nav xebatên bidestxistina mafên gelê kurd û serxwebûna Kurdistanê. Bi taybetî ji bo bicihanîna peymana Sewrê ku biryara serxwebûna Kurdistana Tirkiyê û mafê otonomiya wîlayeta Mosilê tê de hatibû dayin.
Di sala 1920an de gelek ji serokên Dêrsimî û Qoçgiriyan ji bo vê amacê ji bajarê Stenbolê vegeriyan Kurdistanê û bi hev re li navçeyên Qoçgirî û Dêrsim û Erebgirê dest bi damezrandina teşkîlatên bo serxwebûna gelê Kurd kirin. Ev li hêlekê, li hêla din jî di sala 1919an de Mistefa Kemal ji tirsa xîlafeta Osmanî û dewletên mezin ku êrîşî wî û hevkarên wî dikirin, bi veşarî ji Stenbolê reviyan hatin xwe li nav kurdan veşartin. Mistefa Kemal û Kazim Qere Bekir ê ku li bajarê Erziromê dima û qumandanê Rojhilata Tirkiyê (Kurdistan) bû, her du bi hev re di nav rewşeke şepirze de ketin nav xebatê, çunke di nav tirsê de bûn; têkçûna tirkan li ber derî bû. Ji vê hindê, Mistefa Kemal û Kazim Qere Bekir û hevkarên wan xwe li Kurdistanê penah kiribûn; bi serok û şêxên kurdên Erzirom û Wan û Bedlîs û Diyarbekirê re dixebitîn da ku hêza Bergirîya Mîllî (Milli Müdafa) û hîzbên bi vê timtêlê yên Kemalî di nav dilê Kurdistanê de daynin. Bi vî awayî bajarê Erziromê wek paytexta Kemalîyan hate zanîn. Di 23ê Temûza 1919an de di kongreyê de, li pêş hemû serokên gelê Kurd vê rastiyê tesdîq kirin, ku gelê Kurd xwedî heq e, Kurdistan welatê kurdan e, hemû mafên gelê Kurd ên netewî hene, ku Tirkiye ji du miletî pêk tê; yanî Kurd û Tirk. Piştî kongreyê biryar dan ku her du netewe xwedî konfederasyonê bin û serbixwe bijîn û dê li hember dijmin bi yek giyanî Tirkiyê û Kurdistanê biparêzin, eynî mîna Awusturya û Macarîstanê.
Guftugoya Mistefa Kemal bi Mistopaşazade Elî Şan Begî re li Sêwasê
Wek ku me got, meseleya Kurdistanê û Ermenîstanê bi hev re derketibûn holê û gelê kurd metirsiyek peyda kiribû. Bi taybetî di nav kurdên Erzirom, Wan, Bedlîs û Diyarbekir meseleya ermenan jî tirsek çêkiribû, çunke li Erîwana Qafqasan komareke bihêz pêk hatibû û dewletên mezin piştgîriya wan kiribûn. Dîsa, komarên Azerbaycan û Gurcistanê li dijî Rusyaya Sovyet û Tirkiyeya Osmanî bi komara Erîwanê re hevûdin girtibûn û êrîşî kurdan û tirkan dikirin. Ji aliyekî din jî, bi wan re, siyasiyên îngiliz û fransiz û amerîkî ji bo pêkanîn û bicihkirina peymana Saykis Bîko li Erzirom û Sêwas û Meletiye û Erebgirê ji bo qezenca xwe li dijî gelê Kurd di nav tevgerê de bûn, li Helebê û li tevayî Sûriyê ji bo zindîkirina projeya Cester a ku ji bo qezenca dewleta Amerîkayê dixebitî, di nav tevgereke eşkera de bûn. Ji vana jî wêdetir, şîrketên Amerîkayê ji bo madenên Kurdistana Tirkiyê û ji bo kirîna neftê, li bajarê Erziromê bi general Kazim Qere Bekir Paşa re di nav guftugokirinê de bûn. Û dîsa, ji bo vê amacê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li bajarê Stenbolê di binî re alîkariyê didan kemalîstan.
Di van rojên wisa de, li 7ê Nîsana 1920î Mistefa Kemal Paşa bi Elî Şan Begê Mistopaşazade re li Sêwasê di nav guftugoyê de bû. Mistefa Kemal dixwest ku Elî Şan Begî îkna bike, ku siyaseteka dewletên mezin heye ku li dijî kurd û tirk e; xwestina wan ev e, ku Tirkiyê bidine yewnan û ermenan. Kurdistanê jî di nav ermen û ereben de dabeş bikin û piraniyê Kurdistanê bidine ermenan. Lewma jî gelê Kurd û gelê Tirk di talûkeyê de ne! Û Mistefa Kemal daw lê dike ku di têkoşîna wan a li dijî xelîfe Wehdedîn de, ew alîkariyê bidine wan. Mistefa Kemal soz dide Elî Şan Begî, ku ger ew bi ser bikevin Tirkiye dê bibe dewleteke konfederatîf a ku di navbera kurd û tirk de ye. Bi vî awayî, Elî Şan Beg jî dide zanîn, ku xelkê Qoçgirî û Dêrsimê jî ji ber van şertan ketine rê û li ser riya heqên meşrû yên gelê kurd jî ew metirsî hene!
Elî Şan Beg û hevalên wî herçendî ji van pêşniyaz û beyanên tirkan bi guman bûn û ji kirinên tirkan piştstûr nebûn jî, lêbelê ev guftugo li ber wan grîng bû. Lewma jî ketin nav hewldanan û li ser peymanên ku Mistefa Kemal bi kurdên Erziromê re pêk anîbûn lêkolînan çêkirin. Di encama vê têkiliyê de Mistefa Kemal fikrê Elî Şan Begî û hevalên wî fam kiribû ku ew jî dizanin amerîkî û îngiliz xwedî du dewletên hevjiyan û dîndaşê hev in û dijminê Îslamê ne, nabe ku kurdan û tirkan bikine qurbanê ermenan û li Rojhilatanavîn ev du gel, yanî kurd û tirk nemînin.
Wexta ku di 17ê Êlula sala 1920an de tirkan bi alîkarî û fedakariya gelê kurd dawî li şerê Daşnaqên Ermenîstanê anî û ji metirsiya wan xwe rizgar kir û ji Erdehan û Igdîrê bigire heta bi nêzîkî Erîwanê xistin bin desthilatiya xwe, hingê di heman wê salê de Elî Şan Beg û hevalên xwe vegeriyabûn nav kurdên Qoçgirî û Dêrsimê û li Vacixê kombûna xwe pêk anîn. Bi awayeke dûrûdirêj li ser wê guftugoya ku bi Mistefa Kemal Paşa re kiribûn, sekinîn. Herwiha bîrûbaweriya Kemalîstan a li hember kurdan û dîsa li ser bîrûbaweriya kurdên Erzirom û Wan û Bedlîs û Diyarbekirê jî nîqaş kirin. Di dawiyê de gihan vê encamê ku serokên kurdan li ser esasê damezrandina konfederasyona kurd û tirk bi Kemalîstan re li hev hatine. Lê di encamê de kurd bûne du beş: Hinek dixwazin ku pêwist e gelê kurd bi tenê ji bo îstîqlal û serxwebûna Kurditanê hewl bide xwe û meyla hinekan jî ew e, ku divêt kurd bes ji bo xodmuxtariyeta (otonomî) Kurdistanê têbikoşin. Ev xal li Meclisa Enqerê (Büyük Millet Meclisi) jî di navbera nûnerên gelê kurd de hate munaqeşekirin û bû sedemê reaksiyonan û xirecir û zirtepirtan.
Axir di encamê de Mistefa Kemal dozê li 72 numayendeyên gelê kurd kir û emr û ferman da wan ku ew daxuyaniyekê ji serokê Amerîkayê Wilson re û herwiha bo Parîsê bişînin û bi hemû dewletên Ewropayê bidine zanîn, ku kurd naxwazin Kudistaneke serbixwe ava bibe û ew dixwazin bi tirkan re bijîn û ew dê piştgiriya tirkan bikin. Îcar, li ser vê yekê di 29ê Nîsana sala 1920î de Elî Şan Begî li gor amac û peyman û daxwaza serokên kurdên Sêwas û Qçgirî û Dêrsim û Elezîzê têlgirafeke dûrûdirêj şand Stenbolê. Bi hêza komela Cemîyeta Tealî kopiya vê têlgirafê ji siyasetmedarên dewletên mezin re û ji dewletên hevpeyman ên Ewropayê re û ji sefîr û qonsolosxaneyên dewletên Ewropî yên li Stenbolê re şand, ku di vê têlgirafê de nivîsandibûn, “Mistefa Kemal Paşa bêyî ku ji 72 numayendeyên gelê kurd bipirse û raya wan bistîne, wî ji ber xwe ve wê daxuyaniyê ji dewletan re şandiye, ku qaşo serxwebûn û îstîklala Kurdistanê ne hewce ye. Wî vê helwestê û vî karî bêyî dengwergirtina gelê kurd û bêyî xebera serokên gelê Kurdistanê kiriye.” Di vê têlgirafê de serokên kurdan ragihandibûn ku “Em kurd bi xwîn û çek alîgirên serxwebûna Kurdistanê ne.” Û dîsa dabûn zanînê, “Kurdên ku vê yekê dixwazin ji keviya robarê Qizilirmaqê bigire, ji bajarê Sêwasê heta bi Mosilê, hemûyê Kurdistana Tirkiyê; bajarên Elezîz, Diyarbekir, Bedlîs, Wan, Erzirom û Sêwasê ne. Ji bo amaca jîn û jiyana Kurdistanê em doza mafên xwe yên dîrokî dikin û ji bo parastina van mafên xwe, em bi xwîna xwe amade ne ku giyanê xwe feda bikin.”
Li ser vê raportê Mistefa Kemal Paşa û Kazim Qere Bekir Paşa şepirze û sersem bûn. Parlamena “Büyük Millet Meclisi” bi carekê re çelqiya û têk çû. Û bi vî awayî gelê kurd di nav tirkan de ket rojevê. Di encamê de serokên kurdan li navçeyên Qoçgirî û Dêrsimê li hev kom bûn û ji bo şoreşê dest bi amadekariyan kirin.
II
Kurdên Qoçgiriyê li navçeya Yelîce li şûna Cihê Nezirgaha Hesen Baba kombûna xwe pêk anîn û bi navê Zilfeqara Îmam Elî sond xwarin. Sêvê felq kirin û her serkirdayetiyek felqek xwar, ku ev li gor rewîşta baweriya wan drûşma peymanbestinê bû. Wan serkirdayetiyên kurdan biryarê dan ku ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê dest bi têkoşineke sext bikin. Hemû çekhilgirên Dersim, Qoçgirî û Erebgirê, ku 3 hezar kurdên çekdar bûn, ji bo vê amaca wan a pîroz li navçeyên Qoçgiriyê amade bin, ji ber ku Qoçgirî nêzîkî bajarê Sêwas û Erzincan û Elezîzê ye. Ji ber vê yekê tirkên li van navçeyan qutifîn û ketin nav hawar û gaziyan. Hawara xwe gihandin Mistefa Kemalê xwînrêj da ku wan ji êrîşên kurdên şoreşger biparêze.
Di Temûza 1920î de kurdan avêtin ser hemû navend û qereqolên leşkerî yên ku li derûdora Sêwas, Kangal, Danişmend û Zarayê bûn. Hemû rût kirin û dest dan ser çek û cebilxaneyan. Hingê waliyê Sêwasê Reşîd Paşa neçar ma ku di Tebaxa 1920î de Elî Şan Beg ku bi eslê xwe ji Refahiyê bû, bike qaymeqamê Refahiyê û birayê wî Heyder Begî jî bike midûrê nehiyeya Ecemraniyê. Çunke leşkerên Paşo Axa navçeyên Sêwas û Elezîzê perîşan kiribûn û li wan navçeyan cih ji tirkan re teng kiribûn û riya Gîresûn û Şebîn Qere Hesarê bi carekê de xistibûn dest û meşa hatûçûna di navbera Gîresûn û Sêwasê birrandibûn.
Banga Serxwebûna Kurdistanê
Kurdên Qoçgirî û Dêrsimê biryara xwe dan ku Vacixê bikin paytexta şoreşê û dubare sond xwarin. Elî Şan Beg bi serkirdayetiyê re yek bû û hevgirtiyê wan bû. Biryara şoreşê bi vî awayî bû, ku divêt şoreşê li Dêrsim û Xozat û Refahiyê rakin piyan, çunke li van navçeyan berpakirina şoreşê wateya xwe ev bû, ku hemûyê Kurdistanê digire nav xwe û pêk ve netewa kurd giş tê de ye, lewma jî Dêrsim-Vacixê wek paytext danîn.
Divêt ku Kurdistan Serbixwe be
Komeleyên siyasî yên kurd, bi taybetî Kurdistan Tealî û Teawun Cemîyetî bi yek dengî doza serxwebûna Kurdistanê dikir. Pêta agirê kurdayetiyê bi carekê re berz bûbû û xof xistibû nav dilê hemû dijminên kurdan. Hemû kurdên dilpak û bişeref; cotyar, pale, rencber, gundî û bajarî, xwende û nexwende, dewlemend û xizan giş bi hev re ji bo yek amacê bi yek dilî, ji bo doza herî pîroz a jiyana xwe, ji bo serxwebûna Kurdistanê hişyar dibûn.
Di 18ê Kanûna pêşî ya 1919an de ambsador (balyozê berê yê Stockholmê) Şerîf Paşa, ku têkoşerekî kurd bû, bûbû nûnerê kurd û ermenan û xwe gihandibû kongreya Parîsê.
Di roja 30ê Kanûna pêşî ya 1919an de kurdan û ermenan di Kongreya Sewrê de li dijî xelîfe Wehdedîn ji bo doza mafê kurd û ermen hevûdin girtibûn.
Di encama vê têkoşîna kurd û ermen de Peymana Sewrê di navbera Brîtanya, Amerîka, Fransa, Îtalya û Osmaniyan de hatibû girêdanê. Li gor vê peymanê serxwebûna Kurdistanê û mafên ermenan hatibûn îmzekirin.
Yekem Raperîn
Di Kanûna navîn a sala 1920an de kurd ji bo rizgariya Kurdistanê raperiyan. Serokê êla Şadiyan Paşo Begî bi tevlî 15 serokên din ji Refahiyê çû qezaya Vacixê ku tevlî kurdên rojavayê Dêrsimê bibin. Heyder Begê Qoçgirî di wê kombûnê de, ku ji bo amaca pîroz a kurdayetiyê pêk hatibû, axiftinekê kir û wisa got,

Hedefa me rizgarî û serxwebûna Kurdistanê ye. Ey kurdino, pêwîst e ku hemû êlên me, çi mezin û çi piçûk, gundî û bajarî, sunnî û elewî; hemûyê kurdan bi hev bigrin û bi yek dil û bi yek zimanî banga rizgariya Kurdistanê biqîrin: Têkoşîn bo Rizgariya Kurdistanê! Ji ber vê yekê, ji bo gihaştina vê amaca pîroz pêwîst e di nav me de çi nexweşî û nakokiyên ku rûdabin, em wan bidine hêlekê û ji bo yek têkoşînê; ji bo rizgariya Kurdistanê pêwîst e ku em xwe bi sextî birêxistin bikin. Divêt ku em komîteyekê ji nav xwe hilbijêrin û bişînin Enqerê da ku li wir ev nûnerên me li gor Peymana Sewrê û li gor biryarên kongreya Erziromê û li gor Destûra Mîllî ya doza serxwebûna Kurdistanê xebatê bikin û van mafên me bi dewletên Ewropayê bidine zanîn.
Birayan, pêwîst e ku li hember hukumeta Enqerê em bi yek dil û yek zimanî tevbigerin û di doza serxwebûna Kurdistanê de em neyêne xapandin!

Kemalîstên dirrinde çawa ku bi rewşa van kombûnan hesiyan, ew jî ketin nav tevgerê û têlgiraf û raport ji dewletên Ewropayê re şandin û tê de sond xwarin ku ew têlgirafên ku wan berê şandibûn bi navê kurdên Kurdistana Tirkiyê hatine şandin û niha jî wisa têne şandin, ku di wan têlgirafan de wisa ragihandibûn, ku qaşo ji bo kurdan serxwebûna Kurdistanê ne lazim e, kurd naxwazin ji tirkan cihê bibin. Di vê ramanê de kurd bi hev re hevdeng in. Û navê hemû serokên kurdan tê de nivîsandin û şandin ji Cemîyeta Tealî û Teawuna Kurdistanê re. Herwiha kopiyên wan jî ji hemû balyozxaneyên dewletên Ewropî yên li Stenbolê re şandin û dîsa, ji hemû siyasetmedarên Ewropayê re jî şandin. Bi vî rengî, derew û hîleyên kemalîstan dubare derketin holê û bîrûbaweriya kurdayetiyê li hemû cîhanê belav bû.
Êrîş
Di roja 30yê Tebaxa 1920an de kurdan dest bi êrîşê kirin. Di wê êrîşê de yekîneyeke cendirmeyên tirkan rût kirin û dest danîn ser çekên wan û ew bêteref hiştin. Bere-bere li wan navçeyan leşkerên tirk perîşan bûn; gelek rêyên ku wan tê de hatûçûnê dikir, hatin girtin. Akincihên (niştecih) tirk ên li van navçeyan xwe spartin hukumetê. Bi vê timtêlê, bi teq û tûqan du meh bihurîn.
Kuştin
Di encama rûtkirina wê yekîneya cendirmeyan de, taximeke piyade bi tevî 2 topên çiyayî û 12 mîtralyozan di 2ê Teşrîna pêşî ya sala 1920an de ji Sêwasê, qaşo bi niyeta ku dê biçine Erzincanê derketin ser rê, lê li beyabanan ketin dû hêzên çekdar ên kurd. Pêrgî şervanên Zalim Çawîş û Qareman Husên Axa yê Şadiyan û Izet Begî hatin, ku 230 şervan di maîyeta wan de bûn. Herwiha, her du hêz li hember hev ketin nav şerekî giran. Ew leşker, digel ewçend çek û cebilxaneya ku di dest wan de bû, nekarî xwe bigihêne amaca xwe, ku ew jî ev bû: tolhilanîna wan êrîşên kurdan bû, ku li gelek deveran dest danîbûn bi ser çekên wan de. Vê yekîneyê piştî ku zaîyat û kuştineke zêde mezin xwar, bi çi halî be jî, axir xwe gihande Zarayê. Û li wir bi tevayî tevliheviyekê deranîn ku nekarîn pê re serî derxînin.
Digel viya jî, dîsa kurdan nedixwest xwîn bête rêjtin da ku neçar nebin û Seyîd Rizayê Dêrsimî doza vekişîna çekdarên ku tevliheviyê derxistine li wan neke, çunke bi pêwistiyê nedizanîn; ango şoreş dest pê bibe, lê hîn wan bi giştî xwe birêxistin nekirine û amade nebûne!
Di roja 25ê Teşrîna pêşî ya sala 1920î de kurdên Qoçgirî û rojavayê Dêrsimê vê têlgirafa li jêr şandin Enqerê.
Li gor Peymana Sewrê, li navçeyên Diyarbekir – Elezîz – Wan – Bedlîs – Sêwas – Erzincanê, pêwîst e ku Kurdistaneke serbixwe bête damezirandinê, lewre hukumet û xîlafeta tirk a li Stenbolê dibêjin ku Kurdistana serbixwe navêt. Herwiha, kongeryên Erzirom û Sêwasê jî dibêjin ku serxwebûna Kurdistanê navêt!
Serokê êla Qoçgirî: Mihemed Taqî
Ji seyîdan: Elî Şêr
Ji serokên Dêrsimê: Mûnzûr, Mehmûd, Seyîdxan, Mistefa
Serokê Eselan: Mehmûd

Wext, zivistaneke pir dijwar bû. Berf û bareneke zêde dibariya. Hukumeta Enqerê bersivekê nedabû têlgirafa wan; dixwest îro-sibe bike heta ku firsendekê bi dest bixîne û derba xwe daweşîne wan! Di vê navberê de kurdên Erebgir û Meletiyê jî xwe dan pişta Qoçgirî û Dêrsimiyan. Leşkerên kurd her ku diçû bihêztir dibûn û Enqerê ji tirsan ta girtibû.
Şoreşgerên kurdan bernameya xwe wisa danîn: Dê Alaya Kurd ya pîroz bête hildan, çekdarên wan ji Refahiyê herin Erzincanê, ji Xozatê herin Egin û Elezîzê, ji Zarayê herin Celalîye û Sêwasê. Ji bo destpêkirina van êrîşan jî qewlê xwe bo serê bihara 1921ê danîn.
Em bêne ser Reşîd Paşa, waliyê Sêwasê. Ev waliyê dirrinde li hember hêza kurd ket nav hewldanên propagandayeke berfireh. Hemû ajan û nokerên xwe xistin nav tevgerê û wan jî gotinê wisa belav kirin, ku qaşo biryara danîna Hukumeta Kurdistanê ji aliyê Mistefa Kemal Paşa ve hatiye dayîn, lewre jî qet hewce bi şoreş û xwînrijandinê nake! Hingê pê re jî çend roşinbîrên kurd kirin wek nûnerên Meclisê û li navçeyên Qoçgirî û Dêrsim û Erebgirê belav kirin ku ev e, Hukumeta Kurdistanê bi xwe hate danîn û saz bû jî! Û bi şerefa hukumeta Tirk!!! û bi serê Mistefa Kemal Paşa!! sond xwarin ku ev e, mafê kurdan hate dayîn û dayîna mafê kurdan çêbûye û çûye!
Lêbelê vê propagandayê li ser serokên Qoçgirî û Dêrsimiyan hîç havilekê nekir. Li nav xelkê deng belav bû ku çend roşinbîrên kurd netewa xwe bi kursiyekê firotine û bûne nokerên dijmin û pişta xwe dane kurd û Kurdistanê.
Mistefa Kemal ê ku bêyî peymanekî xwînmij û dijminê kurd, gelek hewl dida xwe ku zorê li Seyîd Rizayê Dêrsimî û Elî Şan Begê Qoçgirî bike, her çawan bibe jî divêt ku ew bi nifûza xwe kurdan vekişînin aliyê wî ve û wan 72 nûnerên kurd jî teşwîq dikir ku Seyîd Rizayî li ber bixînin ku ew berdevkên hemû Kurdistanê ne, lêbelê van her du lehengan bi tu awayî îtîbar bi Mistefa Kemalî nekirin û neketin nav xeletiyan.
III
Desteya Amojgarên (Mîsyoner) Mistefa Kemal…
Bi hêz û alîkariya waliyên Sêwas û Elezîzê amojgar (mîsyoner) li pey hev ketin nav tevgerê û di nav xelkê de belav kirin, ku Mistefa Kemal û Meclisa Enqerê hukumeta Krdistanê ye, lewre jî pêwîstî bi şoreşê nîn e! Û van desteyên amojgariyê her tim digotin, ku kurd nezan in û zû dixelitin! Ji hêlekê ve jî van kemalîstan bi hemû hêza xwe dixebitîn ku navê kurd nehêlin û meseleya Kurdistanê ji rojevê bête hilanîn. Lêbelê, li hember vê pîlana nû ya kemalîstan kurdên Qoçgiriyê jî wisa bêdesthilat û bêdeng nesekinîn. Wan jî Desteyên Rîspiyan (Pîr) pêk anîn û ji bo pêşîlêgirtina propagandayên kemalîstan desteyên wan ên rîspiyan li Kurdistanê geriyan û bi hemû hêz û şîyana xwe fikrê kurdayetiyê belav kirin. Gelek caran li saz û tembûr û sentûrê didan û distiriyan û li ser meseleya kurd û Kurdistanê qise dikirin.
Desteyên Rîspiyên kurdan vê banga li jêr dikirin:
Osmanî ji heyama seferberlikan heta bi îro zilm û tadeyê li me dikin. Wan îxanetê bi dîn û mirovayetiyê re kiriye. Di nav me de dubendiyên mezhebî yên wek Elewî û Sunnî pêk anîne. Wan li hemberî kurdan û pîrê me Îmam Elî û Bektaşê Welî zilm kir, tovê kuştin û wêraniyê li nav Kurdistanê çand.
Li hember vê yekê stûxwarkirin kufr e! Bêdengbûn şerm e!...
Bav û dayikên tirk xwe dane aliyê bêdengiyê û dûr ji îmana pak, li hemberî kurdan helwest digirin û ferman didine; ger em doza mafê xwe dikin, ew cerd diavêjin ser me û meyla çetetiyê dikin!
Li hemberî zordariyê stûxwarkirin kufr e! Bêdengbûn şerm e!... Mêr ew e ku dest bibe xwe!
Ka hela bala xwe bidinê, bê hela Dîwana Orfî çiqasî kurd dane kuştinê! Serê zarokên kurdan jê kirin. Çavên xwe girtin û bêdengbûn dibe? Qanûn û şeref û namûs û mafê kurdan ne di bala we de ye?!
Bala xwe bidinê, çawan talankirina malê kurdan li xwe helal kirine! Çawan bi hezaran kurdên bêsûc û bêguneh xistine bendîxaneyan! Bi hezaran kurd ji warên wan dane koçkirinê û gundên Kurdistanê şewitandine.
Çendî bêdîn û bêwijdan in!...
Di şûna ku mafê kurdan bidin de her çi helwesta xirab heye dikin; mêrkuştin, talankirin, gundşewitandin û bêqanûnî tev ji karên wan in.
Bi hev bigirin! Îro roja rizgariyê ye. Roja azadiyê ye. An jiyan an mirin!
Kurdino, duwaroja kurdan di destê we de ye. Di riya rizgariya Kurdistanê de pêwîst e ku em canê xwe bidin. Ji viya melerizin, ji mirinê metirsin! Şîretên Ehmedê Xanî bînin bîra xwe ku dibêje, “Em sikkeyên xwe çêbikin, em alaya xwe hil bikin!”
Li hemberî zordariyê stûxwarkirin kufr e! Bêdengbûn şerm e!...
Rabe! Rabin! Rabin!...

Bi vî awayî li ber vê propagandaya desteyên amojgarên Mistefa Kemalî ku ji bo xelitandina kurdan her tiştî dikirin, desteyên rîspiyên kurdan jî bîrûbaweriya şoreşê belav kirin da ku pêşî li propagandaya ne rewa ya kemalîstan bête girtin.
Beşa Duemîn
Şoreş
Di 4ê Adara 1921an de serokên navçeyên Qoçgiriyê; qumandan û rêvebir û şerkeran Sadiq Begî kirin serokê leşkerên şoreşa kurd.
800 leşkerên kurd ku di bin serokatiya Elî Şêr û Mûnzûr Îbrahîm de bûn, çûn bi ser Îmraniyê de. 400 ji wan li ser pirê Îlîçşeytanî ji wan veqetiyan û berê xwe dane Dîwirekê, 400ê din jî berê xwe dane Tirklo. 300 şervanên din jî, ku di bin serokatiya Qere Îbo û Tilîk de bûn, wan jî çavdêriya şerê wan dikir. Li pişt wan jî, 2 hezar kurdên bêçek kirin şeş mil û ew jî di bin serokatiya Ezemet û Taqî Begê kurê Rif’et de bûn. Karê wan jî ev bû, ku kuştî û birîndaran hildin, şervanan peyda bikin, li pey fişek û çekan bigerin û peyda bikin û li hawirdorên Boxaza Wêran, Qeredaş, Maden û Kemûçeyê hatûçûnê bikin… Û bi vî awayî bikarîbin Kemaxê û çaraliyên bajarên Erzincan û Sêwasê bikine bin çengê xwe.
Di heman demê de waliyê Sêwasê desteyek amojgar pêk anî û ji bo damirandina şoreşa kurd şand Hafikê, lêbelê vê desteyê qet nekarî havilekê bike û neçar berepaşkî vegeriya…
Tirkan ji Erzeromê û Baybûrdê ji Alayîya 11. du bulug piyade bi tevî 2 batarya topên çiyayî şandin bi ser Erzincanê de. Ev leşker dikarîbû Erzincanê dagir bike.
Di bin serokatiya Mehmûd Begzade (Beko) de 200 şerkerên kurd êrîş birin bi ser Refahiyê de û rizgar kirin. Hemû leşker û cendirmeyên tirk ên wir dîl girtin, çekên wan ji wan stendin, wan bêteref kirin û şandin Sêwasê. Ew Alayîya pîyadeyan ku ji Qere Hesarê dihat bo alîkariya leşkerên şkîyayî yên tirk, ji aliyê şerkerên Qareman Nûrî ve hat şkandin û bi vî awayî Zara jî ket destê kurdan.
Alaya Kurd Hate Hildan
Roja 2yê Adara 1921ê Kurê Rif’et û Palewan Husên û Aşûr nameyek ji qumandanê Îmraniyê re şandin, ku 3 bulug leşker di bin fermandariya wî de bûn. Di nameyê de nivîsîn ku “Ger tu dixwazî şer bikî, were derveyî bajêr!” Lêbelê, qumandanî bersiv neda. Wan jî ajot bi ser de û ji serê sibehê heta bi nîvrokê pevçûnê ajot û di encamê de bajarê Îmraniyê ji aliyê şoreşgerên kurd ve hate rizgarkirin. Mîralay Xalis Begê ku qumandanê leşkerên tirk bû, li Îmraniyê hat kuştin û leşkerên tirk giş dîl hatin girtin, çekên wan ji dest hatin stendin û Alaya Kurd li Îmraniyê hate hildan û li şaneşînan li ba bû… Di encama vî şerê mezin de 10 şoreşgerên kurd şehîd ketin û 20 jê birîndar bûn. Piştî bidestxistina vê serketinê şerkerên kurd ên ku ji navçeyên Sêwas û Erebgir û Erzincanê ne, êdî dikarîbûn çûnûhata nav mal û zavûzêçên xwe bikin.
Dr. Nûrî Beg
Dr. Nûrî Beg, yek ji rewşenbîr û têgihaştî û têkoşerên dilşewat ên netewa kurd bû. Ev camêrê cîgerşewat di warê dîplomasiyê de yek ji rêvebirê şoreşa Kurdistanê bû. Gelek kes ji xizmên wî û çend birayên wî di doza kurdayetiyê de şehîd ketibûn. Û di nav komela Kurdistan Tealî û Tawunê de jî gelek bawerî bi rola vî kurdî hebû.
Hukumeta Enqerê jî gelek lê dixebitî da ku vî têkoşerî desteser bike, lê nedikarî, çunke ew li Kurdistana Rojavayê gelek bi navûdeng bû…
Şoreşgerên kurd her çi raport û belgeyên ku bidest dixistin, didane destê Dr. Nûrî û herwiha wî jî wan rûber dikir û bi vî awayî di famkirina pîlan û bîrûbaweriya kemalîstan de gelek sûd jê werdigirt. Lêbelê, rojek ji rojan Dr. Nûrî û bi tevî çend kurdperwerên din ve hat girtin. Wan xistin bendîxaneyê û dest bi îşkencekirineke pir sext û dijwar kirin. Ji ber vê yekê şoreşgerên kurd di roja 8ê Adara 1921ê de bajarê Sêwasê tevlihev kirin. Leşkerên tirk şepirze bûn û şkiyan. Li ser vê yekê, Mistefa Kemal û wezîrê karê hundir ferman dan waliyê Sêwasê ku ew dest ji Dr. Nûrî berde, heta ku şer aloztir nebûye û bi vî awayî jî şoreşger neajone bi ser Qeyserî û Enqerê jî, hingê hukumeta Enqerê nekeve nav xetereyê. Û ji hêleke din jî, tirkên Qeyserî û Enqerê yên ku li dijî hukumeta Mistefa Kemal in, nekevin nav tevgerê. Bi vî rengî hew mabû ku Mistefa Kemal têketana nav lepê sê hêzan ku ew jî ev in: Hêza Kurd, tirkên ku li dijî hukumeta Mistfa Kemal bûn û yewnanî. Ji ber ku Seyid Rizayê Dêrsimî jî pişta Dr. Nûrî digirt, lewre Meclisa Enqerê ji vê rewşê şepirze bûbû.
Dêrsim Ket Tevgerê
Roja 9ê Adara 1921ê ji Vacixê 1700 çekdarên Dêrsimî dan nav kejeberfên Mûnzûrê. Berfeke zêde dibariya û rê hatibûn girtin, lêbelê dêrsimiyan tiştek kiribûn piyên xwe ku ew jê re dibêjin “Hedik”. Ev hedik, wek ku perçeyek ji wan be, wisa bi piyên xwe ve girê didin ku êdî ji bo wan meşa li ser berfê hêsan dibe.
Vî leşkerê mezin xwe gihande Kemaxê. Qaymeqam û serkirdeyên leşkerê tirk û rêvebiran dîl kirin. Ew kurdên ku mêla hukumeta Enqerê dikirin jî girtin û wan dan Dadgeha Dîwana Herbê ya Kurdî ku li Îmraniyê hatibû danîn.
Vêca, leşker ber bi aliyê Firatê ve meşiya û hilfiriyan pira Îlîçşeytanî. 100 leşker ji wan ji bo desthilatiya vê pirê bi cih bûn. Bi vî rengî leşkerên Dîwirekî û Celalî û Hafikî bi hev ve hatin girêdan…
Serokên leşkerên Dêrsimê ev bûn: Elî Şêr, Bira Îbrahîm, Misto Beg û Mehmûd Axa.
Roja 10ê Adara 1921ê Elî Şêrê Qoçgirî, Dêrsimî Qoçzade û Bira Îbrahîm bi 200 leşkerî ve hatin nêzîkî Kemaxê û bajarê Şeşkopirdê girtin. Qumandanê artêş û cendirmeyên tirk bê şer dîl hate girtin. Hingê hukumeta tirk dixwest dengê vê şoreşê biveşêre û tiştên ku ew dê bîne bi serê Kurdistanê ve bila Ewropa û cîhan nebihîsin! Ji wê çendê desteyeke amojgaran ji bo propagandakirinê şandin herêmê û ji aliyek ve jî xwe ji bo êrîşkirinê berhev kirin. Waliyê Sêwasê di roja 12ê Adara 1921ê de têlgirafek bo serokên Rojavaya Dêrsimê şand ku tê de doza vê kiribû: Qaşo derbarê şoreşa Qoçgiriyê de raya wan çi ye? Û herwiha doz li wan dikir ku ew ermenên li bal xwe teslîm bikin.
Wan jî bersiva telgirafê bi vî awayî da:
Ji Waliyê Sêwasê re – 14 Adar 1921
Em bi dilekî paqij bîrûbaweriyên xwe bi awayê ku li jêr e, pêşkêş dikin:
1. Di pevçûn û xwînrijandinê de ne berjewendiyê kurdan û ne jî yê tirkan heye.
2. Li gor biryarên Mistefa Kemal Paşayî yên li kongeryên Erzirom û Sêwasê divêt ku di demek zû de cografyaya Kurdistanê bihête cihêkirin.
3. Divêt ku bi biryara hukumetê Kurdistan ji aliyê îdarî, aborî û perwerdeyê de serbixwe be û di nav sînorên Tirkiyê de lê bête mêzekirin.
4. Divêt ku ew siyaseta kone ya Xîlafeta Osmanî ji nuh ve li ser Kurdistanê neyête zindîkirin. Pêwîst e mafê kurd bête nasîn û çawa li tirkan tê mêzekirin wisa li kurdan jî bête mêzekirin û di karûbarên dewletê de kurd jî beşdar bibin.
5. Hêza heyî li hember kurdên Qoçgiriyê encameke xirab derxistiye holê. Di bin barê baca giran de ne ku bi tenê kurdên Qoçgiriyê, jiyan li me gişan tahl bûye. Em kurd tevde bê dibistan û bê nexweşxane û bê doktor in. Şerê Cîhanê mal li kurdan wêran kiriye, lewma jî pêwîst e ku Kurdistan bête avadankirin.
6. Pêwîst e ku hemû hepsî bêne berdan û nabe ku leşkerê tirk bi çavên dijminane li kurdan mêze bike û narewa xwînê birêje!
7. Ew ermenên ku li bal me ne, tevê wana zarok û jin û pîr in û bê çek in. Xwe avêtine bextê me û bêguneh in. Lewre jî em dê wan nedin destê we!
Îmze:
Serokatiya Rojavayê Dêrsimê
Wêneyek ji bo Mistefa Kemal Paşa
Encumenê Mîllî
Waliyê Sêwasê ji vê bersivê wisa têgiha ku Dêrsimî ji bo serxwebûna Kurdistanê rabûne û bi vî awayî rabû vê wezîyetê ji hukumeta Enqerê re nivîsî. Bersiva Enqerê jî ev bû, ku pêwîst e ew nehêle Dêrsimî beşdarî vê şoreşê bibin û rê nede ku ev şoreş belav bibe! Li ser vê talîmatê waliyên Sêwas û Elezîz û Erzincanê ketin nav tevgerê û leşkerên xwe zêdetir kirin.
Hakimê Zarayê Izet Begî xeberê gihande Elî Şêr Begê Dêrsimî ku, “Her çawa bibe jî divêt ew 70 siwariyên şerker amade bike… Û bila Qoçgirî jî qezayên Refahiye û Qurîçayê rakin piya; Îmraniye û Zara nekevin destê dijmin, çunke di roja 31ê Adara 1921ê de ji Amesiyê, ji Tabur-5 bulugek û ji Alayî-13 jî 2 bulug û bataryayeke topên çiyayî şandine Sêwasê. Siwariyên Alayî-53 jî herwiha hatine nav bajarê Sêwasê.”
Desteya Amojgar
Çend desteyên amojgaran ji Sêwas û Elezîzê berê xwe dan navçeyên rojava û rojhilata Dêrsimê. Li gor destûr û baweriya elewîtiyê dest bi şîret û amojgariyan kirin da ku tevgera rizgariya kurd vemirînin. Wan vê digotin, ku yanî tirk jî elewî ne û elewî jî Îslam in. Û bi taybetî Mistefa Kemal Paşa bi xwe jî dibêje, “Ez elewî me û kurd im. Û ez ji vê jî kêfxweş im. Ger dijmin were Enqerê, ez dê bi xwe û leşkerên hukumeta Tirkiyê re, em dê bêne Dêrsimê. Di nav çiyayên asê, bi berf û xweşik ên Dêrsimê de kurd û tirk dê bi hev re bijîn û li wir bimînin. Piştî derkirina îngilîz û fransiz û amerîkiyan ez dê hukmê zatî bidime destê kurdan, lewma jî ev xwînrijandin îro ji bo her du aliyan jî ziyan e.”
Amojgarkirina bi vî rengî ji bo vemirandina şoreşê û sarkirina kurdan propagandayan belav dikir. Mistefa Kemal bi riya waliyên Sêwas û Elezîzê xeberê belav kiribû ku ew hukmê xwe yê zatî dide Kurdistanê û Dêrsimê dike wîlayeteke navendî. Vê propagandayê xweş kar kir û mixabin kurdayetî sar bû.
Weziyeta Taybet
Ji bilî desteya amojgariyê desteyeke din jî ku ji berpirsên îdarî, siyasî û leşkerî pêk dihat di bin serokatiya Şefîk Begî de ji aliyê Mistefa Kemal ve bi taybetî hat pêkanîn. Ev komîteya taybet ji Enqerê bi rê kete û roja 15ê Adara 1921ê giha Sêwasê. Piştî çend rojan, ev komîte çû gundê Boxaza Wêran û bû mêvana Heyder Begî, ku wê demê gelek serokên kurdan jî li wir bûn. Şefîq Begî ji wan re got ku “Ez bi fermana Mistefa Kemal Paşa hatime. Gelek silavên wî ji we re hene. Vê nameyê bo we û Heyder Begî şandiye, ku tê de dibêje, ‘Hukmê biryara danîna Kurdistanê hatiye dayin. Şerî rawestînin. Zimanê Kurdî dê bibe zimanê resmî. Aborî tê cihêkirin. Hebûn û maden û sermayeya Kurdistanê dê ji bo Kurdistanê bêne xerckirin. Rêvebirên Kurdistanê wê hemû kud bin’.”
Di encamê de Heyder Begî baweriya xwe bi van gotinên vê heyeta Mistefa Kemal anî û bi van şertan qayil bû. Serhildan û cengê da rawestandin. Amojgariyê û gotinên heyeta hukumeta Enqerê ku digotin, ew hukmê xwe didin Kurdistanê, bi vî awayî kurd sar kirin û şerê Qoçgiriyê dane rawestandin.
IV
Pîlana Loyd George

Dr. Nûrî Beg ku bi fermana Mistefa Kemalî ji zindanê hate berdan, hingê wî birin ber waliyê Sêwasê Reşîd Paşayî û walî jê re got ku “Begê min, doktor. Tu mirovekî xwende û xwedî dîplomaya bilnd î. Di warê ramyariya siyasî ya cîhanê de tu xwedî agahî yî. Ca di vê dema ku yewnanî êrîş dikin bi ser tirkan û hukumeta me ya mîllî de, ku ev hukumeta tirk û kurd e, tu ferq di nav me de nîn e, şîn û şahiya me yek e, gelo di demeke wisa de ev rewa ye ku kurd xebera ewropiyan bikin serê xwe, bi hukumetê re şer bikin û doza cihêbûnê li me bkin?! Ma hûn ji bo avakirina hukumeta Kurdistanê şerê me dikin?!!!
Em binihêrin li pîlana Loyd George. Tirkan di pileyeke reş û tarî de dide nîşan û dibêje, ‘Divêt ku ev reşî bikêrikê bête keritandin û spî bibe!’ Ev zilam niha wezîrê karê derve yê Brîtanyayê ye. Brîtanya û Amerîka û Fransa û Îtalya dibêjin, ‘Ji Edirneyê heta bi Qafqasan, li naverasta Deryaya Reş em dê Ermenîstaneke Mezin durist bikin. Em dê Edirne û Stenbol û Dardanel (Çanakkale – R.L) û Ezmîrê jî bidin girek-yunan. Kurd û tirkan jî em dê bikine nokerên xwe…’ Dê mizgeftên me ji xwe re bikine dêr. Nabe ku kurd jî mîna erebên ku bi gotina Lorans Frîwyan kirin, ew jî bi ya wî bikin. Em, wek Tirkiye, baweriya me bi mafê kurdan heye û em dê mafên wan bidine wan. Piştî paqijkirina dijminan ji ser xaka welêt, bi fermana Mistefa Kemalî em dê xodmuxtariyê bidine Kurdistanê û “Büyük Millet Meclisi”, yanî Meclisa Tirkiyê jî dayina van mafan qebûl dike, lewma jî pêwîst nake ku kurd şerê me bikin û meydanê li me teng bikin, çunke piştî şerê bi biyaniyan re dê her tişt bi îrade û xwestin û arezûya kurdan çêbibe.
Doktor, gelek xizmet û hezkirina te ji bo Tirkiyê heye, qîmeta te jî xuya ye, her tişt ji bo te amade ye, bi tenê kurdên ku şerê me dikin tu meyla wan meke…”
Li ser vê yekê Dr. Nûrî Begî ji her wextê zêdetir ji siyaseta Tirkiyê ket nav gumanan. Û çawa ku ji zindanê derkete derve bêhtir ji carên berê ket nav têkoşîna biserxistina Şoreşa Qoçgiriyê. Roja 13ê Adara 1921ê li gundê Boxaza Wêran serokê heyeta amojgariyê Şefîq Begî fermana Mistefa Kemal ji Dr. Nûrî û hevalên wî re xwend û bi awayekî dûrûdirêj behsa xodmuxtariyeta Kurdistanê ji wan re kir û gelek jî li dijî şerî qise kir. Hingê Dr. Nûrî Begî bersiva Şefîq Begî da û got ku “Pêwîst e ku hûn dev ji tevgerên leşkerî û propagandayên reşkirinê û neheqiyan berdin, mafên îdarî yên derbarê kurdan de belî bikin, ew xodmuxtariya ku hûn ji me re behsa wê dikin naxwe bi resmiyetê beyan bikin û bila Meclisa Tirkiyê bi eşkerayî biryara wê bide û rojname binivîsin û bila biryara hukumeta Tirkiyê ya ji bo kurdan li tevayî cîhanê belav bibe. Ger na, em ji gotinan bawer nakin, çunke mêrkujî û talankirina zemanê osmaniyan her liber çav e!...”
Vê axiftina Dr. Nûrî Begî tesîreke bi têhn li ser serkirdayetiya kurd kir û ev bawerî ji wan re çêbû ku rawestandina şerî ya ji hêla Heyder Begî ve baş nîn e û dê ev ji bo kurdan bibe destpêkirina rojên reş! Herwiha, pê re jî xwestin ku wê desteya amojgaran dîl bigirin, lêbelê dîsa jî roja 22ê Adara 1921ê endamên heyetê vegerandin Sêwasê, çunke ew mêvanên Heyder Begî bûn û dîlgirtina mêvanan eybeke mezin bû li bal kurdan. Di vê demê de hukumeta Tirkiyê jî, ji bo qirkrina kurdan xerîkî pîlaneke mezintir bû.
Leşkerên Tirk
Piştî guftugoyên Dr. Nûrî Begî, navendên artêşa Enqerê ketin nav tevgerê. Tabûra Siwarî-14. û Lîwaya-13. li pey hev şandin Sêwasê da ku bajarên Elezîz û Erzincan û Sêwasê ji xetereya êrîşên kurdan biparêzin.
Heyder Beg û Serkirdeyên din ên Kurd
Di serî de pîlana wan a vê carê ev bû, ku ji Sêwasê bi Enqerê re bikevin têkiliyê, lêbelê Heyder Begî ji ber dilpakiya xwe bawerî bi soz û gotinên Mistefa Kemal anîbû, lewre jî bi vê qayil nebû ku kurd bi ser hukumeta Enqerê ve êrîş bikin. Ji ber vê yekê, Heyder Begî vê pîlana han derxistibû pêş.
Leşkerên Fransayê li Ruha û Eyntab û Aramê (Maraş?) saz bûbûn. Rawestiyabûn ku bi pêş ve werin, lêbelê kurdan nedixwest ku ew bêne nav Qoçgiriyan, çunke ji dora Eyntabê bigire heta bi Sêwasê ew herêm bi giştî ketibû jêrî desthilatiya Qoçgiriyan. Elî Şan Begzad, Izet Beg, Mehmûd Beg û Ezemet Aşkî, van her çar qehremanan serkirdayetiya şoreşgerên Qurîçay, Bilûcan, Zara, Hafik û Sêwasê dikirin. Di hin deveran de jinên kurdan jî di nav şoreşgerên Qoçgiriyan de beşdariyê dikirin; karê tedawîkirina birîndaran, temînkirin û amadekirina zexîreyê û heta ku şerê bi tifing jî dikirin.
Di wan navçeyan de kurd bi giştî bi ser ketibûn û wan deveran bi giştî kiribûn jêrî destê xwe. Şoreşgerên kurd di hatûçûnê de Alaya Kurd hildikirin û Marşa Dêrsimê ya Kurdayetiyê dixwendin, lewma jî eşqa têkoşina ji bo Kurdistanê li nav dilê hemû kurdên vê deverê vêdiket. Lêbelê, fransizan ku dîtin kurdan şoreşeke bi rêkûpêk rakirine piyan û Alaya Kurd hildane hingê tirs kete dilê wan, lewre jî rabûn di binî re bi tirkan re ketin nav guftugoyan.
Kemaliyan di 18ê Adara 1921ê de li wîlayetên Trabzon û Gumuşxane û Şebîn Qere Hesar û Sêwasê hereket dan destpêkirin. Ji ber ku kurdên navçeya Zamarîgê jî azadîxwaz bûn hingê hatûçûna di navbera bajarên Erzincan û Xarpêt û Kemaxê de qedexe kirin û têlên telefonê jî birrîn. Ji aliyê hukumetê ve li bajarên Erzincan û Sêwas û Xarpêtê rewşa awarte hate îlankirin. Bi vî awayî li her derê û ji her aliyî ve kuştinê dest pê kir. Kurdan bi banga “Ya Heq! Ya Elî!” êrîş birin bi ser leşkerên tirk de û di nav vê hemû germahiya şerî de kurdan srûda rizgariya Kurdistanê diqîriyan. Di 20ê Adarê de li navbera Zara û Qibulheyayê kurdan posteyeke hukumetê girt û dest danîn ser gelek belge û fermanên hukumetê. Şerkerên Seyîd Hebas ku 100 tifingçî bûn, ajotin bi ser leşkerên tirk de yên ku ber bi Kemaxê ve diçûn. Ev leşker li ber wan şkiya û 100 kes jê hatin kuştin û yên mayî ber bi Erzincanê ve vekişiyan.
Şeva 22ê Adarê şerkerên Zalim Çawîş û Izet Begî bi ser navçeya Sincan a bi ser qezaya Dîwirekê ve girtin û şerkerên tirk ên li wir xwe dan dest û teslîm bûn. Bi vî awayî navçeyên Armûdan, Dîwirek û Çelinqayayê bi carekê de ketin jêrî destê kurdan. Leşkerên tirk di vî şerî de perîşan bûn û ketin bin destê kurdan.
Vêca, Kemalîst dîsa ketin nav dekûdolab û fenûfûtan; efûya giştî îlan kirin. Di vî şerî de kêm-zêde tirkên Azerî jî alîkariya kurdan dikirin û li Meclisê jî dest birin xwe.
General Nûredîn Paşa
Hukumeta Enqerê vî navî lê kir û got, “Ev şerê ehmeqî û eşqiyatiyê ye…” Di 24ê Adara 1921ê de hukumetê general Nûredîn Paşa ku dijminê ereban bû û bi vê yekê navê wî derketibû ku serê kurd ê bi xwîn tîne, kirin qumandanê artêşa ku êrîş dibir bi ser Qoçgiriyan de. Hukumeta Enqerê desthilatî û selahiyeteke zêde dan destê Nûredîn Paşa. Û Nûredîn jî hema di dest de, dest bi kampanyayeke reşkirinê kir û di beyanat û belavokên xwe de êrîşeke tund bire bi ser şoreşgerên kurd de û wan bi rêbirrî û eşqiyatiyê îtham kir. Herwiha, di beyannameyên xwe de wiha dida zanîn ku “Qaşo kurdên şoreşger li dijî dînê Îslamê ne û bi dijmin re hevkariyê dikin û xwe spartine ermenan û pêwendiya wan bi dewletên biyanî yên wek Brîtanya û Fransa û Amerîka û Îtalya û Grêk re heye, ku wan jî li dijî hukumeta tirk û Îslamê cebhe girêdane. Kurd ji bo avakirina hukumeta Kurdistanê bi van dijminan re hevkariyê dikin, fikr û edetên Ewropiyan rijandine nav xelkê Kurdistanê!…” Bi vî awayî general Nûredîn Paşa ket nav faaliyetên propagandakirinê û li dijî şoreşa kurdayetiyê belavokan belav kir û herwiha di van beyanat û belavokan de êrîş dibir bi ser kurdan de û wan tehdît dikir ku ger qaşo şoreşger belav nebin û neyên radest nebin, dê li hember hukumetê tawanbar bêne hesibandin û cezayên giran li wan bête birrîn. Vê tundî û tûjiya ku general Nûredîn Paşa da nîşan û êrîşên ku dikir, wisa kir ku şoreşger bêhtir xwe li arezûya xwe bipêçin, çunke van êrîş û gefxwarinan kîna li nav dilê wan mezintir dikir. Û bi vê yekê hêzên hukumetê jî xwe amade kirin ku komî ser hev bibin; her çi leşkerek berdabûn cardin xistin bi çek û ji Sêwasê Alayîya Siwarî ya 54. çû Hesarê, ji Turhalê Mînalaya Siwarî ya 32. ligel cendirme û mîlîsan ên ku zêdetirî 1000 kesî bûn, 2 bulug piyade û bataryayek topên çiyayî, pêk ve ajotin ser Refahiyê ve. Di encama şerekî sext û bi xwîn de, di nav du rojan de gihajtin nav bajarê Refahiyê.
Serkirdayetiya Giştî
General Nûredîn Paşayê xwînrêj, piştî ku ji Yozgadê Mînalaya Siwarî ya 53. û ji Amasiyê bulugên êrîşê û 5 taxim bi tevî Alayîya Piyade ya 70. û 2 batarya top û gelek cendirme û mîlîs di 25ê Adara 1921ê de şandin Sêwasê û ji Diyarbekir jî Alayîya Piyade û 4 top û 8 mîtralyoz bi tevî bulugên cendirmeyan û 1000 mîlîsî ve şandin Sêwasê. Lêbelê, gelek di ser de neçû ku ev hêz tûşî şerkerên kurd bûn û kuştinê dest pê kir...
Bi kurtî, general Nûredîn Paşa ji bo ku dawî li şoreşa Kurd bîne, ji bo êrîşbirina bi ser Qoçgiriyan de bi giştî 2 hezar siwarî, 25 hezar piyade, 80 mîtralyoz, çend hezar mîlîs û cendirme bikar anîn.
Rizgariya Kurdistanê

Şoreşa Qoçgiriyê ji bo rizgariya Kurdistanê bû û şoreşeke dijwar û bi xwîn bû. Ev şoreş du car rabû piya; cara yekem ji 3yê Kanûna navîn a 1920î heta bi Êlûla 1920an. Cara duyem jî, ji 24ê Sibata 1921î heta Hezîrana 1921an. Lêbelê, bi derxistina efûya giştî re di 5ê Hezîrana 1921ê de dawî lê hat.**

*. Îsmaîl Heqî Şaweys, di sala 1894an de li Mosilê hatiye dinê. Bavê wî efser bû. Li Silêmanîyê dest bi xwendina sereta kiriye û li Bexdayê xwendina xwe ya navîn temam kiriye. Dû re, li Stenbolê Herbîye xwendiye û wek mulazimê duwem tevî artêşa Osmanî bûye. Di şerê Balkanan de li Selanîkê dîl ketiye. Pişt re vegeriyaye Stenbolê û di Şerê Cîhanê yê yekem de (1914-1918) wek efser di artêşa Osmanî de tevlî şer bûye. Di Sibata 1918an de vegeriyaye Silêmanîyê, ku wê demê di navbera Şêx Mehmûd û îngîlîzan de şer hebû, Îsmaîl Heqî Şaweys jî di nav berxwedana kurdan de cihê xwe digre û dibe nûnerê Şêx Mehmûd û bi îngilîzan re hevdîtinan pêk tîne. Piştî şkestina serhildanê di sala 1919an de di ser Tebrîzê re derbasî Tirkîyê dibe û di 1920an de bi rutbeya yuzbaşîtîyê di nav artêşa Tirkiyê de tevlî şerê Arasê yê bi ermenan re dibe. Û bi rutbeya bînbaşîtiyê heta sala 1927an li Şerê Rizgarîya Tirkiyê cih digire. Piştî ku dev ji efseriyê berdide, diçe Iraqê. Ji wir jî diçe Parîsê. Dîsa vedigere Iraqê û di nav artêşa Iraqê de dibe efser lê îngilîz wî bi teşebusa suîkastkirina qiralê Iraqê tawanbar dikin û ji artêşê tê avêtin. Cardin diçe Parîsê. Di çapemeniya Parîsê de derbarê doza kurdayetiyê de meqaleyan belav dike. Dîsa vedigere Iraqê. Çendekê qaymeqamtiya çend navçeyan dike û ji ber faaliyetên kurdayetiyê ji kar tê avêtin. Welhasil, heta dawiya temenê xwe her tim doza kurdayetiyê dike û gelek caran jî cezaya zindanê lê tê birîn û li zindanên cihê-cihê radizê. Gelek gotarên wî li kovar û rojnameyan belav dibin. Herwiha du kitêbên wî jî çap bûne. Îsmaîl Heqî Şaweys di 12ê Gulana 1976an de çûyee ser dilovaniya Xwedê
***Ev gotar ji kitêba bi navê "Îsmaîl Heqî Şaweys, Jiyan û Berhemekan, Dezgay Çap û Belawkirdinê ARAS, Zincîrey Roşinbîrî, Çapê Yekem, Çapxaney Wezaretê Perwerde, Hewlêr, 2003, r. 39-61" hatiye wergerandin.
Her wiha li “BÎR, kovara lêkolîn û lêgerînê, hejmar: 1, Dîyarbekir, Bihar – 2005, r. 27-43” weşiyaye
www.peyamaazadi.com
Posted in: kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

Efendinin suçunu üstlenmek: Kürtler ve Ermeni soykırımı

Bazı çevreler ellerinde “Kürtlerin azımsanmayacak bir kesiminin soykırıma katıldığına dair yeterli derecede bilgi ve kanıt olduğunu” iddia ediyorlar. Bizim elimizde olmayıp onların elinde bulunan “bilgi ve kanıt”ları merak edi...

Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
Vijay Prashad
Afganistan’da Solun Yok Edilmesi Hastalıklı Bir Toplum Yarattı
​Afganistan’ı solun yönettiği zaman kadınlar öğretmenlik işlerinin yüzde 70’ine, sivil memuriyetin de yüzde 50’sine sahipti. Bu olumlu dinamiği bozan Batıydı. Batı’nın ve Suudiler’in parmak izi bulunan her noktada toplum...

Sovyetler Birliğinin Kürdlere Karşı Resmi Tavrına İlişkin Önemli Bir Belge
Aso Zagrosi
O dönem Sovyetler Birliğinin  Dışişleri Bakanı  olan  Molotov’un   gönderdiği bu  talimatlar   SSCB’nin    Doğu  Kürdistan  politikası  olarak devam etti.    Sovyetler Birli...

CIBRANLI HALİT BEYİN ERZURUM’A YERLERŞMESİ
Abdulbari Han
Halit bey, Erzurum’a yerleştikten sonra yaptığı ilk iş, daha önce Varto’da çerçevesini çizdiği ‘AZADİ’ örgütünü kurmak olur. Her ne kadar bazı kaynaklar 1920 veya 1922 yıllarını işaret ediyorlarsa da, bunun doğru olmadığı kong...

Newşirwan Mustafa ve Kürdistan Başkanlığı Meselesi
Aso Zagrosi
KDP Merkezi Yayın organı Xebat gazetesi 22 Ağostos tarihinde imsasız yayınladığı “ Parti ve Yekiti” adlı baş yazısında yine Newşirwan Mustafa’yı doğrudan hedef aldı. Bu makalede “ YNK’ de bir kesimin iradesini Nawşirwan ...

MEHMET EMİN ÖZDEN'İN ÖYKÜSÜ
Ahmet Zeki Okçuoğlu
İddiaya göre Dr. Şivan ve diğer iki arkadaşımız Sait Elçi ve diğer iki kişiyi öldürmüşlerdi. Bunun bir komplo olduğu sonradan ortaya çıkacaktı.  TC devleti ve müttefikleri, hazırlık yaptığımız direniş hareketini doğmadan boğmak için tertiplemişl...

LİDERLER TOPLUMA GÜVEN VERMELİDİR
Abdulbari Han
Bilinen bir gerçektir ki Hamidiye Alayları sultan Abdulhamit’in 1892 yılında Kürt ağa ve beylerin çocuklarını İstanbul’daki aşiret mektebinde eğitmeye başlaması ve bunların içinde başarılı olanları askeri okul ve akademiye göndermeye başl...

NİSAN KARANLIĞI
Abdulbari Han
1925 yılında böyle yağmurlu ve karanlık bir nisan gecesinde Şeyh Sait efendi ile yanındaki 400 atlı süvari bulundukları Solhan ilçesi Gırvas (Arakonak) köyünden, Varto ilçesinin Habiban (Haksever) köyüne hareket ederler. Burada üç gün konaklandıktan ...

Tarihin Tozlu Sayfalarında Dr. Nuri Dersim’den Feride’ye Mektup
Nevin Güngör Reşan
Tarihin Tozlu Sayfalarında Dr. Nuri Dersim’den Feride’ye Mektup
Aşağıda orijinalini vereceğimiz Feride’ye mektup,bizzat Nuri Dersimi’nin kaleminden Feride’ye duyduğu derin saygı ve sevgi, aşkve muhabeti anlatır. Feride’nin hayatındaki rolü ve emeği, bu mücadeleye biçtiği yüksek değer bunu ...

Sehîdê Welat Dr. Şivani Aniyoruz
Mehmet Ali Ateş
Sehîdê Welat Dr. Şivani Aniyoruz
Zaman, gecmisle yüzlesme zamanidir. Sözü uzatmadan, evirip cevirmeden biz; akrabalari olarak, Civraklilar olarak, Dersimliler olarak, Kürdistanlilar Kürdistanin Özgürlük savascilari olarak, yoldaslari olarak bu durumdan utanc duyuyoruz. Manevi hatira...

Page 1 of 4First   Previous   [1]  2  3  4  Next   Last   
123movies