Fewzî Namlî
Sal 1925, 14 Nîsanê wek îro, rêvebirê neteweya kurd serokê Tevgera Azadî, Xalid Begê Cibrî ji ber xebata siyasî-rêxistinî ya ji bo serxwebûna Kurdistanê ji teref dagirkerên tirk ve hate dardekirin.
Xalid Begê Cibrî welatparêz û şoreşger bû; serokê Hereketa Azadî bû; rêvebirekî têgihîştî û çalak bû; xebateke cidî li ser pirsa kurdan, tarîxa kurdan, ûrf û adet û jiyana kurdan dikir. Xalid Beg fikrên xwe ji kesekî venedişart û raya xwe ji herkesî re digot. Tevî ku di demekê de ofiserekî dewleta Osmanî jî bû, li hemberî dewleta dagirker xwedî helwêst bû, piştgiriya kemalistan nedikir, li dijî wan radiwestiya. Hemû ev taybetmendiyên Xalid Begê ji teref hemû rêvêbirên kurd ên hemû beşên Kurdistanê ve bi rêz û bi sempatî dihate pêşwazîkirin.
Xalid Begê Cibrî çalakvan û rêvebirekî netewa kurd bû. Ew, ne tenê li Bakurê Kurdistanê, di heman demê de li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî wek rêvebirekî neteweya kurd dihate qebûlkirin. Xalid Beg û Tevgera Azadî, li Rojhilatê Kurdistanê ji teref tevgera Simko Axayê Şikakî û li Başûrê Kurdistanê jî ji teref tevgera Şêx Mahmûd Berzencî ve wek beşek ji tevgera neteweyî ya tevaya Kurdistanê dihate pêşwazîkirin. Armanç û hedefa wan yek bû: azadiya gelê kurd û Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî dixwestin. Ango Xalid begê Cibrî û hemû hevrêyên xwe yên li Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê serxwebûnxwaz bûn.
Di wê demê de (di destpêka salên 1920î de), şiûra neteweyî û helwêstgirtina li dijî dagirkeran ji ya dema me gelekî pêşdetir bû. Gelê kurd yekgirtî, lihevkirî û birêxistinî bû. Li beşên Kurdistanê rêxistinên cuda yên neteweyî hebûn, lê hêvî, hedef û armancên wan yek bûn: azadiya neteweya kurd, rizgarî û yekîtiya Kurdistaneke serbixwe armanca hemûyan bû. Xwedîhelwêstek neteweyî bûn. Şîarên wan ne tenê bi gotinan bûn. Ji doza xwe bawer bûn, ji xwe bawer bûn, ji hev bawer bûn, rêza xwe dizanîbûn û rêza hev digirtin; ji bo doza pîroz a serxwebûna Kurdistanê pêkve tevdigeriyan û li dijî dagirkeran xwedî heman helwêstê bûn.
Xelid Begê Cibrî şoreşger bû. Doza gel û welatê xwe fêm kiribû. Ji bo çareserîya pirsgirêka neteweyî, hevkarî û yekdengiya tevgera neteweyî ferz didît. Ji bo serxwebûna Kurdistanê bêwestan dixebitiya. Di wê zanebûnê de bû ku rizgariya Kurdistanê bê alîkariya dewletên zilhêz nepêkan bû. Ji bo wê, ew hemû rêvebirên hereketa Kurdistanê li derîyê dewletên zilhêz dixistin û piştgirî dixwestin. Wek numûne:
Xalid Begê Cibrî ji bo serxwebûna Kurdistanê ku piştgiriya hukûmeta Sowyetê bigre, nameyek li ser navê Komîta Erzirumê (Azadî) gîhandibû konsulê Yekîtiya Sowyetê yê bajarê Erziromê, Povlovskîy. Xala yekê û ya duduyan delalet ji serxwebûnxwaziya Xalid Begê Cibrî û hevrêyên wî re dikir. Di nameyê de weha dinivîse: 1) ”Kurdistan ji wilayetên Erzirom, Wan, Mûsil, Bedlîs, Dîyarbekir, Xerpêt, beşê rojavayê wilayeta Surîyê li Tirkiyê û Kermanşax, Sine, Sakiz, Mahabat, Urmiye û Selmas li Îranê pêk tê. 2) Li wan wilayetan ew ê Kurdistaneke serbixwe bê avakirin”.
Gelê kurd û bi taybetî hereketa Azadî ya ku serokê wê Xalid Begê Cibrî bû her bi hêvî bûn, armanca pîroz dê azadkirin û yekîtiya tevaya Kurdistanê pêk bihata û ji bo wê piştgiriyeke gelek mezin dida hukûmeta Başûrê Kurdistanê.
Xalid Beg berjewendiyên neteweyî di ser yên malbatî û eşîretîyê re digirit; ew xebatkarê doza welatê xwe bû. Wek numûne: Di destpêka meha Adara 1923an de dewleta tirk li dijî hukûmeta kurdên Başûr xwest 12 alayên eşîretan yên ku Xalid Cibrî serkêşiya wan dikir, bixin hereketê. Di gel ku Eşîreta Cibriyan ji Xalid Begê dixwestin ku têkîlîyên wî bi kurdên Başûr re lawaz-pasîf be, dîsa jî Xalid Beg bi ya wan nekir û teklîfa tirkan red kir.
Xalid Beg xwe ne tenê wek welatperwerekî Bakurê Kurdistanê didît, wî xwe rêvebirekî di xizmeta tevaya gelê kurd û Kurdistanê de didît. Ji bo vê helwesta wî konsulê Sowyetî weha digot: Xalid Beg gelek caran wek li ser navê hikûmeta kurd dipeyîvîya. Wer diyar bû ku Xalid Begê bi hukûmeta kurd (Hukûmeta Başûrê Kurdistanê F.N.) re peyman çêkirîye û li hev kiriye. Rola sazkirina dostayiyê di nav Rûsyayê û hikûmeta kurd de daye ser milê xwe; gava alîkariya Rûsyayê pewist be ew ê navçêtiyê bike.
Xalid Beg, li hemberî tevgera neteweyî û rêvebirên neteweya kurd, bi berpirsiyariyeke bilind tevdigeriya; rê ne dida tu kesî ku neheqî û bêrêzîtî li wan bike. Wek numûne: Konsul Pavlovskîy gûman dike têkîlîyên rêvebirên kurdan bi îngîlîzan re hene û derheq têkîlîyên rêvebirên kurd bi îngîlîzan re pirsekê ji Xalid Begê dike. Xalid Beg bersîva konsul dide û dibêje: Piraya rêberên kurd ên dema me û her wiha serokê hukûmetê şêx Mahmûd, Simko û Şemşeddînî û yên din, ne ew mirov in ku xwe firotine îngilîzan. Ew tekoşerên dirust ên ji bona azadiya Kurdistanê ne, ji ber pêwistîyê ye ku alîkariya îngilîzan qebûl kirine.
Bi vê mijarê ve girêdayî Xalid Begê Cibrî tevgera Simkoyê Şikakî diparêze û helwêsta Sowyetê ya li dijî tevgera kurdî-neteweyî mahkûm dike û dibêje: ”Pêwendiyên min ên fireh bi kurdên navdar re hene û ji her alî de, ji min re radigihînin ku ne tenê tirk û faris, lê her wiha rûs jî beşdarî şerê têkbirina tevgera Simko bûne. Belkî jî Rûsya gunehkarê herî mezin e ku Simko li dijî farisan bi ser neket. Heger rast be, wê gavê hevreyên min rast dibêjin: ji derveyî alîkariya ingilîzan tu riyên din nebûn. Hevalên min dibêjin: eger Rûsya di wexta xwe de destê alîkariyê dabûya me, ew ê hîç axaftin bi îngilîzan re nebûya. Lê çiv û giraniya Rûsyayê wan (kurdan F.N.) mecbûr dike, vê hêviyê winda bikin.”
Bîranîna rêvebirên kurd, xebat, helwêst û hişmendiya wan a ji bo netewe û welatê me ku kirine, divê hest û ruhê me şad, şiûr û hişmendiya me ya neteweyî bi hêz bike. Bi hêvîya ku helwêst û rêbazên me berdewamiya helwêst û rêbazên wan rêvebirên me bin.
Têbinî: Gelek kurd dema Xalid Begê Cibrî bi bîr tînin rutbeya wî ya dema leşkeriya tirkan li ber navî wî dibêjin an jî dinivîsînin. Neheqî û bêrêzitiyeke kirêt e li hemberî qehramen, pakrewan û rêvebirekî netewayê kurd, Xalid Begê Cibrî ku bi rutbeya leşkerî ya artêşa tirk bê bibîranîn. Xalid Begê Cibrî bi xebata xwe ya ji bo gelê kurd û welatê xwe û bi helwêsta xwe ya li hemberî dewleta dagirker, reda wê rutbeya tirkan kiriye.