|
|
Fuad Onen posted on December 22, 2018 16:44
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. Her çend rayedar û berdevkên vê sîstemê vî şerî weke li dijî terorê bi nav bikin jî eşkereye ku mijara bekaya wan Kurdistan e. Duho ji bo pêşîlêgirtina Serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi her sê dewletên dagirker re li hevkirina wan ji ber vê yeke bû. Dagirkirina Efrînê û tehdîda wan a li ser rojhelatê Ferêt, hicûmên li ser Şingalê û her roj bombebaran kirina axa Başûrê Kurdistanê jî ji ber vê yeke ye. Ev tirsa wan ne bê sedem e. Ew dizanin wan çi anîye serê neteweyê Kurd û Kurdistanê. Û rast e ya ku wê dawî li vê sîstema jenosidal bîne jî Kurdistaneke Serbixwe û yekgirtî ye. Sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdistanê divê dev ji temîyên vala berdin û bes bêjin Serxwebûna Başûrê Kurdistanê an Kanton,federalîya Rojavayê Kurdistanê tu zirarê nade Dewleta Tirkîyê. Kes van temîyan naxwîne û Sîstema Serwerîya Tirk ji we çêtir dizane ku çi zirarê di bekaya wan.
There are currently no comments, be the first to post one!