×
Îro dîsa li ser gorra te bûm !
admin
Îro dîsa li ser gorra te bûm !
Zinarê Xamo Salek dîsa pir zû derbas bû ! Aslan, sal dîsa zû derbas bû, me hew dît 9ê adarê hat jî. Ez û Hêvî îro dîsa bûn mîvanê te. Tu rastiyê dixwazî min ji bîr kiribû. Lê do ne pêr, nizanim çawa bû, wek heft kes ji min ra bibêjin, &rdquo...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (649)


Li himberî êrîşên dagirkeran em hêza xwe bikin yek
admin
Li himberî êrîşên dagirkeran em hêza xwe bikin yek
Welatê me Kurdistan ji derveyî îradeya gelê me bi çar perçeyan ve hatîye perçe kirin. Eve nêzîkî sed salîye ku Tirkîye, Îran, Iraq û Sûrîye , di meseleya  Kurdistanê de hemû pirs û pirsgirêkên di navbera xwe de datînin alîyekî û bi hevdu re p...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1063)


Radio Ashti
admin
Radio Ashti
Sipasdarê birayê Haci KardoxiAştî û Radio Ashtî me, sipasdarê dost û hevalên ku bi sebir 4 saetan li me guhdarî kirin û em bi tenê nehiştin im. Mixabin derfet nebû ku bersîvên temama pirsan bidim. Em di têkoşîna rizgarîya neteweyî de bi hev re ...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1989)


19 sal zû derbas bûn
Zinare Xamo
Sal zû derbas dibin, min hew dît salek din jî derbas bû û wa ye dîsa 9ê nîsanê hat. Erê pismamo, 19 sal di ser wefata te ra derbas bûn. Îro dîsa ez û Hêvî bûn mîvanên te. Lê vê carê em ne bi tenê bûn, Mumtaz Aydin Roza Kurdî, Erdal Kurdman, ez û Hê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1519)


Xwezî gorr bihata zimên
Zinare Xamo
Xwezî gorr bihata zimên
Aslan, sal zû derbas dibin, me tew nedît 18 sal çawa derbas bû. Îro ez û Hêvî dîsa bûn mîvanê te. Li ber serê te me bi hesreteke kûr û bi xemgîniyeke mezin rojên borî yad kirin. Me bîstekê qala te kir. Hêvîyê got, qey qismet û nesîbê te ev ax, ev gor...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1914)


Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Fuad Onen
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.
Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne.Dewleta Tirkîyê, li sê parçeyê Kurdistanê şerekî tûnd û dagirkerane dimeşîne. Li gorî rayedarên Sîstema Serwerîya Tirk, ev şer ji bo wan mijara bekayê (mayin-nemayinê) ye. H...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2140)


Me îro silavek da gorra hevalekî pir ezîz !
Zinare Xamo
  Mehmet Aslan Kaya 17 sal berê di rojeke wiha da di 51 saliya xwe da ji nişka ve, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku haya kesî pê xe wek çirayekê vemirî û çû gerdûneke din. Mirina wî ne malbata wî tenê, bi sedan, bi hezaran kesên ev kurdê...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (2121)


Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Zinare Xamo
Mirinê pir zû tu ji nav me bir lê navê te nemir e
Min got pismam sal zû dibuhirin, 16 sal derbas bûn. Hemû dost û hevalên te, zarokên te dersa matamatîkê dida wan, xortên te alîkariya wan dikirin hemû mezin bûne û di civata Swêd da hatine der û meqamên muhîm, ji bo gelê xwe xebatên pir baş dikin. &n...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3567)


Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Fuad Onen
Xusûsîyetên Rojhilata Nêzîk
Di sîyeseta Kurdistanê de du problemên esasî hene. Yek jê, taleba desthilatîya navendî lawaz e, taleba jêr desthelatîye, bi tirkî ”alt îktîdar” ew taleb xurt e. Lê taleba desthelatîyên navendî lawaz e. Sedemek ji, ku sernîvîsa vê panelê j...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (3668)


Serxwebûna Kurdistanê
Fuad Onen
Serxwebûna Kurdistanê
Sîyeseta partî, rêxîstin,saziyên bakurê Kurdistanê dev ji hedefa serixwebûnê berda ye. Ji delva hedefênserxwebûnê, otonomî, federalî an demokrasî te parastin. Di vir de anormalîyekheye. Yanî îro ji her demê betir taleba serxwebûn û yekîtîya Kurdistan...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (4048)


Page 1 of 6First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  Next   Last   
31

     Di meha tebaxê de li Weşanxana Pêrî kitêbeke kurdî hat weşandin. Kitêb hê li pirtûkxaneyan nehatibû belavkirin, min yek ji ‘axêvêrê’ wî girtibûm. Ji wê rojê ve kitêb di destê min de bû û min bi berê ve jî dixwend. Xwendina kitêb min hê nû qedand.

 

Di serî de bêjim, kitêb ji alî dîroka nêz ya kurdan, lê tabî hetanî salên 80yî gelek analîzên hêja di nav xwe de dihewîne. Ji bo wê yekê jî, xwezî pêşniyarên heyî bihatana qebûlkirin û navê kitêbê de peyva ‘bîranîn’ ûsa bi xurtî cîh negirtiba.

 

Ez ê ji peyva ‘bîranîn’ dest pê bikim. Lê beriya wê divê ez behsa peyvekî din, ango peyva ‘axêver’ jî bi kurtî bikim da ku xwendekar baştir têbighîjin.

 

Bêgûman, ‘axêverê’ kitêbê bi xwe jî peyva ‘bîranînê’ ne diecibane û diyar e, ew ê ne biecibîne jî. ‘Axêver’ sedema vê yekê jî di kitêba xwe de hem di pêşgotinê de, hem jî carina di naveroka kitêbê de dûr û dirêj tîne ziman.

 

Berî ku ez li der haq kitêb binivîsînim û rayên xwe bêjim, çima ‘axêver’ ez wê jî piçek vekim...

 

Pirtûk ji alî dû hevalan ve, ango ji alî mamosteyên hêja Şemsedîn Işikli û Evdirehman Onen ve hatiye nivîsandin. Lê yên ji nivîsên wan re ‘pêşengî’ kiriye, Kek Fuad Onen e. Her du mamoste pirsî ne û Kek Fuad Onen jî bersîva wan daye. Ji van bersîvan jî kitêba “Ray Raman û Bîranîn” derketiye.

 

Kek Fuad di pêşgotina xwe de vê yekê vedibêje û navê xwe jî datîne, ‘axêver’. Lê tiştek eşkere heye ku heke ‘axêver’ nebana pirtûk jî nedibû.

 

Çima peyva ‘bîranîn’ li navê kitêbê nehatiye, ez wê jî piçek vekim.

 

Kitêb ji bilî pêşgotin, dokument û tekstên bijare û hwd, ji 13 beşên ku her yek di nav xwe de bi qasî hêjayî kitêbeke ne, pêk tê. Di 13 beşên mayî de her çi qas tiştên dişibihin bîranînê hebin jî ‘axêver’ bi xwe li pêy usûl û qaîdeyên bîranînê naçe. Ew, hê di serî de ango di beşa destpêkê de peyva ‘bîranînê’ şirove dike û hin bîranînên heyî ya pêşketiyên kurda dinirxîne. Di heya dumahiyê jî xwediyê peyva xwe ye û dema behsa jiyana xwe jî dike, ‘helwesta’ xwe bi tevî şiroveya çêbûyînên demî eşkere dike. Ango ji bo axêverê me, jiyana bê helwest bê mane ye û ew jî vê yeka di her peyvê xwe de îspat dike. Ji bo wê dibêjim, xwezî ew taldeya peyva bîranînê li bergê vê kitêbê de tuneba.

 

Ez naxwazim vê yekê dûr û dirêj vekim. Kek Fuad di kitêbê de bi têra xwe behsa bîranînan û bi vê yekê ve girêdayî, behsa dîroka fermî û girîngiya vegotinên kesayetiyên siyasî ya beriya xwe û her weha ya nifşa xwe tîne ziman.

 

Bi raya min di vegotinên Kek Fuad de hin ciyên gengeşiyê jî hene. Wekî mîsal, ew ne dijberî bîranînê ye, lê bi awayekî vekirî dijberiya bîranînên bê helwest dike. Bêgûman, ev ne nakokî ye; lê diyar e famkirinên cûda yên helwestî, vê yeka di mejiyê însanan de ji hev vediqetîne.

 

Bi ya min, her bîranîn her weha helwest e û di hinan de piçek, di hinan de jî ji piçek zêdetir, ‘dîroka fermî’ ye jî.

 

Dibe ku em di bîranînan de helwestên heyî neecibînin, kêrhatî nebînin, kêm bibînin, dijberiya ray û ramanên xwedî kesayetên bîranînên xwe nivîsandine bikin. Her weha tersê wî jî mumkun e. Lê divê ez vê bêjim, her bîranîn, bi qasî Kek Fuad eşkere nebe jî helwesta nivîskar bi xwe ye. Tu nivîskar, navê kitêba wî bîranîn be jî ji helwesta xwe cûdatir nanivîsîne. Lê hemû jî wekî Kek Fuad, ‘bîranînên’ xwe bi piranî bi helwesta xwe ve danagrin. Ji bo wê yekê min got, di kitêba Kek Fuad de, peyva bîranîn taldeya xwe li kitêbê daniye, diviya bû nebana...

 

Madem min vê gengeşiya anî ziman, dixwazim vê jî bêjim; usûl û qaîdeya Kek Fuad hilbijartiye, bi ya min ûsul û qaîdeya herî baş e. Heke ew di peyvên xwe de tenê bi bûyerên çêbûyî tevbigeriya û sedemên wan bi analîzên xwe yên xurt ve neaniya ziman, îhtîmal bû ku kitêb wekî qalikekî vala bimana. Ew vê yeka nekiriye, qalibê kitêbê bi helwesta xwe ve, her weha bi sedemên demî re dagirtiye ku ev, ji bo famdariya wan rojan zêdetir alîkariya me dike.

 

Lê divê behsa kêmasiyeke biçûk jî bikim: Kek Fuad di şiroveyên xwe de hin caran ji roja me niheriye. Bila ev nêrînên min jî wekî notekî bimîne. Kek Fuad, dikare di kitêba dudoyan de helwestên xwe ne tenê ji îro ve her weha ji wê rojê ve jî binirxîne, ew ê baştir bibe. Heta dikare, cûdahiya helwestî ya wan rojan û niha jî bîne ziman...

 

Bi kurte kurte derbasî beşên kitêbê bibim. Lê beriya wî beşan bi kurtî binivîsînim.

 

Kek Fuad di kitêbê de ji zaroktiya xwe dest pê dike û eşîrên Kurdistanê, malbata xwe û eşîrên Dêrikê, ermenên Dêrîkê, têkiliyên ermen, kurd û Şerê Cîhanê ya Yekem, xwendekariya xwe, hepsiya xwe, beşdarbûna xwe ya siyasetê, jiyana xwe ya siyasî ya li Îzmîrê û her weha çêbûyînên/bûyerên Saîdan û helwesta Dr. Şivan (Saîd Kirmizitoprak) jî tîne ziman.

 

Ji beşan bila ev dernekeve holê ku Kek Fuad tenê bûyerên li jiyana xwe bi awayekî kronolojîk dinirxîne. Na xêr. Di her beşê de ne tenê bûyer û qewimîn hene, her weha analîz û helwestên dûr û dirêj jî hene. Her du nivîskarên kitêbê bi pirsên xwe bûyeran an jî helwestên wî yên li hember bûyeran pirsîne; Kek Fuad jî bi tevî bûyeran, analîz û helwestên xwe jî aniye ziman.

 

Lê li vir dixwazim tiştekî din jî vekim belkû ji bo kitêba were bibe pêşniyareke jî.

 

Di pirsan de navê mamosteyan tune ye; lê dikarim pirsan yeko yeko bi nav bikim ku Kek Şemsedîn an jî Kek Evdirehman pirsî ne. Pirs ne kronoljîk in; lê her weha pirsên bûyerî û pirsên analîtîk ji hev tên cûdakirin. Diyar e, her dû hevûdû temam kirine. Lê di pirsan de rêzekî kronolojîk bihatana kirin, pirs jî hem ji alî analîtîk û hem jî ji alî çêbûyînan/bûyeran ji hev bihatana cûdakirin, li nav hev neketana wê baştir bibana.

 

Ji ber ku di vî warî de li hin ciyan pirs li nav hev ketine, ‘axêverê’ me jî firsendê nerevandiye, ji çêbûyînan reviyaye û berê xwe daye bûyeran û wana jî bi helwesta xwe ya dehsalan şirove kiriye.

 

Helwest muhîm in; lê çêbûyîn û helwest ji hev neyên cûdakirin, helwesta îroyîn wê zêdetir bandor li ser peyvan bikin. Wê demê jî îhtîmal heye ku helwest xelet were famkirin; ango wekî ku ‘axêverê’ me ji îro de wan rojan dinirxîne, werin famkirin...

 

Xwendekarên din nizanim, lê min hin ciyan de ka wan rojan şirove dike, ya ji îro de li wan rojan dinêre, jê dernexist...

 

Ev çima muhîm e?

 

Di kitêba niha tê amadekirin de, ew ê gelek mijarên girîng hebin ku heta niha jî bi xurtî nehatine analîzkirin. Heke mamosteyên me bi pirsên xwe ew firsendê bidin axêverê me û pirs bi nêrînên îro werin bersîvdan û analîzkirin, axêver ji îro ve li wan rojan binêre û piştî ev qas ezmonan wan rojan binirxîne, îhtimal heye ku kitêb xetereya ‘dîroka fermî’ jî di nav xwe de zêdetir bihewîne.

 

Kek Fuad, ne ji wan kesan e ku zêde qala xwe bike. Di destpêka zaroktiya xwe de dest bi vê niqaşê dike. Lê berêve tê û behsa nasbûna xwe ya tirkan/tirkî dike. Helwesta wî jî ji wê derê dest pê dike. Nasbûna tirkan û zimanê tirkî û her wiha nakokiyên zaroktiyê, her çi qas di vê beşê de bi xurtî cîh negre jî, mirov di vê kurteyê de dikare ji jiyana zarokekî kurd bandora dewleta dagirker bibîne.

 

Kek Fuad di axaftinên xwe de têr û tije cîh dide eşîrên Kurdistanê û eşîrên dorhêla Dêrikê jî. Tabî di vir de ji helwest wêdetir, analîz û nirxandinên girîng jî hene. Kek Fuad, di vê beşê de têkîliya eşîrî û feodalîzmê vedike. Kek Fuad usa dibêjöe: “Lewra divê em êdî bi çavekî din li eşîr û eşîrtiyê binêrin û bi awayekî rast binirxînin. Bi hezaran sal ev cûre rêxistin li Kurdistanê serwer bûne. Li vir pirseke heye; gelo kurd ji pêvajoya koletî û feodalîzmê re derbas bûne an na?”

 

Ev pirs bi serê xwe jî mijara kitêbeke ye. Kek Fuad, vê “pirsgirêka”, bi pirsan dinirxîne. Ew ‘pirsgirêka’ han jî bi raya min carina bi ‘pirs û bersîvên’ îro tên nirxandin. Lê dîsa jî ev beşa ji alî sosyolojîk ve mijarekî girîng derdixe ber me. Kek Fuad bi analîzên xwe ve vê mijarê girîngtir dike...

 

Têbiniyekî kurt; mijarên vê beşê bi aliyên ‘ray raman’ a kitêbê ve elaqadar e; lê tu elaqayên wan bi ‘bîranîn’ ve tune ne.

 

Elaqaya ‘bîranîn’ piçek li beşa “Malbata min û Eşîrên Dêrikê” de dixuye. Lê li wê derê jî Kek Fuad bêyî ku qala xwe bike, dide navê û behsa sosyolojiya Dêrikê dike. Di sosyolojiya Dêrikê de ji bingeh cihûyan heta ermenan, nakokiya nav eşîran heta xilafet û dîndariyê tiştên di nav hev de, ango bi hevre tên nirxandin hene.

 

Di beşa ermenên Dêrikê de nêrîn û analîzên li ser ermenan cîh digrin. Di vê beşê de mirov dikare bêje xwerexneyekî jî heye. Kurd, ji cîranên xwe bêhay in û dewleta serwer ermenan ji çavê kurda revandiye, dûr kiriye. Ev yeka bandor li siyaset û siyasetmedara kurda jî kiriye û ew jî ji kiryarên dewletê para xwe girtine.

 

Kek Fuad di axaftinên xwe de, van rastiyan jî dinirxîne û di ciyekî de usa dibêje: “Bi rastî heta ku ez mezin bûm û ketim zanîngehê jî, min nizanibûm ermen navê netewekî ye. Min wisa zanibû ku ermen jî kurd in, lê kurdên Îsewî ne. Ango Fileh in.”

 

Ev rastiya ku Kek Fuad tîne ziman, mixabin rastiyekî kurda ye. Dewleta serwer, bi bandora dîn (ol) mejiyê însanan li bingoyê hev xistiye û netewên li bin bandora xwe kiriye neyarê hev. Kek Fuad, bi tevî ku hin caran qala malbata xwe bike, bi firehî analîza vê yekê dike û berpirsiyariya sistema serweriya tirkan û sedema ‘cehaleta’ siyasetmedar û siyaseta kurda jî tîne ziman.

 

Beşa ermen û kurda, dikarim bêjim beşa herî berfireh ya kitêbê ye. Firehbûna beşê ji girîngiya mijarê tê. Kek Fuad, di vê beşê de piranî bi analîtîk diaxive. Ji Şerê Yekem a Cîhanê bigrin heta bi berpirsiyariya kurdan ya li hember jenosîda ermena û ji biratiya gelan bigre heta bi azadiya gelan û dirûşman jî, helwestan jî yeko yeko dinirxîne.

 

Nêrînên vê beşê jî ji bîranînê dûr in; lê ji xwe bîranîna vê beşê jî nedibû, incax analîza vê beşê dibû. Kek Fuad jî di vê beşê de analîzên xwe bi xwendekaran re parve kiriye.

 

Di analîzên vê beşê de nêrînên herî bi eşkereyî derdikeve pêş, serxwebûnparêzî ye. Bêgûman, di kitêb de ji serî heya dawî serxwebûnparêzî xwe dide xuyakirin. Lê ev beşa zêde analîtîk-kêm bîranîn, bi helwesta serxwebûnparêzî tê nirxandin û rexneya li hember siyaseta kurda jî bi vê helwestê ve tê şirovekirin.

 

Wekî min li jor jî got, di navbera analîz, helwest û jiyan de hatin çûyîn, di kitêbê de hema di her beşê de derdikeve holê. Kek Fuad ji qalkirina xwe direve, mamosteyan jî, bi rastî jî mamosteyekî, piçek jî bi derfeta zanîna nêzbûna malbatî berê xwe dide Kek Fuad û dixwaze qala jiyana xwe ya şexsî jî bike. Beşa xwendekariya lîseyê ya Kek Fuad û evîndariyên wî yên ewil, bi zordayînê derdikeve holê. Lê ew zordayîn jî ji helwestên Kek Fuad para xwe digrin. “Di evîndariyê de kompleksa piçûkdîtina neteweyî” xwerexneyekî Kek Fuad e. Ew, keçên kurd û Dêrîkî çima nayên bîra wî; lê li hember vê yekê keçên tirk ku hê jî bi platonîk ji wan hez dike çima di bîra wî de ne, dinirxîne.

 

Ji meseleya evîndarî carekî din vedigerin meseleya netewî. Di salên lîseyê ya Kek Fuad te dû rêxistinên derdikevin pêş hene: Partiya Karkerên Tirkiye (TÎP) û Partî Demokrata Kurdistanê (PDK). Yek ji vana legal û yê din jî îlegal e. Kek Fuad, bandora van rêxistinan, hem ji alî xwe ve û hem jî ji alî cvivakê ve dinirxîne.

 

Siyasetmedariya bi bawer ya Kek Fuad, van salan dest pê dike. Her weha hişmendiya netewî jî û ya çep jî li wan salan di mejiyê Kek Fuad de cîh çêdikin.

 

Belkî ew ê di kitêba dudoyan de baştir veke, lê taybetmendiya Kek Fuad ku di pêşgotinê de vekiriye ew e ku Kek Fuad hem komunîst û hem jî welatparêz e. Di salên 1970yî de ev her dû tişt ji hev cûda dihatin fikrandin. Yên welatperwer, nedibû bibin komunîst. Yên komunîst jî xwe ji welaparêzî, heta pirî caran ji kurdbûnê dûr dixistin. Lê Kek Fuad, ev her duyan di nav hev de parastiye. Mirov di kitêbê de dibîne ku bingeha vê nêrînê xwe dighîne salên xwendekariya lîseyê; bi taybetî dema Kek Fuad li Mêrdînê lîseyê dixwîne... Her çi qas ew di nav TÎPê de cîh negre jî diyar e komunîstiya xwe ji TÎPê, welatparêziya xwe jî ji PDKê digre.

 

Ev gengeşiya dîrokî ya kurda di jiyana kek Fuad de jî bandora xwe datîne û ew heta niha jî bi vê nêrînê ve tevdigere. Ew hem komunîst e, ango bi navkirina wî komunîstekî kurd e û hem jî welatparêz e.

 

Di jiyana wî ya Îzmîrê de komunîstiya wî êdî berê ve rê li ber wî vedike; lê dîsa jî ew li pey kurda ye, li kurda digere. Denîz, Mahîr û Îbrahîm ji ber vê yekê ji bo wî ‘nîvîdol’ in. Ew li pey îdolên xwe yên ku kurd in, digere. Dixwaze îdolên xwe yên kurd bibîne...

 

Beşa “Periyodîzasyona dîrokê û ya Tevgera Kurdistanê” jî beşeke berfireh e. Di vê beşê de ji têkçûna serhildan û serokên kurda derdikeve rê û rê û olaxên derketina serokatiyên modern gengeşî dike. Çepbûna tevgera kurdan dinirxîne; takiyeyê kurda çi ne û çi bandor li kurda kiriye tîne ziman; PDK-Bakûr bi taybetî berbiçav dike û dadgeha vê partiyê de rewşa Şerafettîn Elçî jî tê de dipirse û heta bi salên 2000î ve tê, ev car rewşa sê serokên kurda, ango Ahmet Turk, Şerafettîn Elçî û Melîk Firat bi anekdotekî ji ber çav derbas dike.

 

Wekî min got, ev beş berfireh e û hema bêje bi tevayî analîtik e û helwesta Kek Fuad di vê beşê de zêdetir xuya dike. Belkî di beşên din de ji îro ve lê dinihêriya û dinirxand, lê di vê beşê de cûdayiyekî heye, êdî Kek Fuad bi xwe jî ‘qehramenekî’ vê serdemê ye. Ew êdî ji paş nifşa 68an de mayî be û hê behsa nifşa 78iyan nehatibe kirin jî, siyasetmedarekî ciwan e û li pey armanca xwe de dixwaze bi rêxistinî tevbigere.

 

Di vê beşê de Kek Fuad, rewşa DDKOyê jî bi berfirehî ji çav derbas dike. Herî zêde jî pêşengiya ciwanan û bandora DDKOyê, yê li ser ciwanan dinirxîne.

 

Beşa dumahî ya kitêbê li ser Dr. Şivan e. Ji Dr. Şivan heta meseleya kuştina her du Saîdan, di vê beşê de siyasetmedarên ku îro jî jê sûdê bigrin hene.

 

Bêgûman, kek Fuad ne ‘qehremanê’ dema Saîdan e; lê di analîza wê demê de xwediyê agahiyên xurt e. Ew agahiyên xwe, ray û ramanên xwe, nêrînên xwe, bi awayekî analîtîk di mesela Saîdan de jî, di nirxandina Dr. Şivan de jî tîne ziman. Lê ji nivîsên wî diyar e, ew bi vê yekê ve dixwaze pêşî li gengeşiyekî jî veke.

 

Nirxandina Dr. Şivan û mesela Saîdan, di dîroka kurda de heta niha jî bi veşartinên xwe ve tên zanîn. Qehremanên sereke yên wê demê gelek tiştan vedişêrin; an jî bi dilê xwe nabêjin. Kek Fuad vana tîne ziman, raya xwe dibêje û dixwaze ev tiştana bên gengeşîkirin.

 

Heta ji min hat, min xwest hem kitêbê bi xwendekaran bidim naskirin û hem jî cîh bi cîh li der haq kitêbê de ray û ramanên xwe û pêşniyarên xwe bînim ziman.

 

Kitêb, hetanî salên 78an ve tê. Di beşa duyemîn de ew ê piştî salên 78an, belkû j3i heta roja me cîh bigrin hebin.

 

Lê ya rast ev e, kitêba ewil yekcar ji bîranînan wê de ray û raman û helwesta Kek Fuad bû. Bawer im kitêba dudoya ew ê zêdetir, ray û raman û helwest be.

 

Ez bi miraq li benda kitêba dudoya me; lê hêvîdar im ew ê navê kitêbê nekin, ‘Ray Raman û Bîranîn-2’.

 

Ev ne bîranîn in; eşkere ye ku ev hemû ‘jiyan û helwest’ in...
Posted in: Kurdi

Comments

There are currently no comments, be the first to post one!

Post Comment

Name (required)

Email (required)

Website

DÜŞMANDAN DÜŞMANLIĞI ÖĞRENME
admin
DÜŞMANDAN DÜŞMANLIĞI ÖĞRENME
Öğrenmenin çeşitli yolları var. Okuyarak öğrenirsin. Gezerek öğrenirsin. Yaşayarak öğrenirsin. Savaşta ve siyasette öğrenmenin bir diğer yolu var, o da düşmandan öğrenmektir. Burada düşmandan öğrenmekle düşmana benzemek arasında bir sınır çizgisi var...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (98)


DAR PARÇACI VE DAR PARTİCİ SİYASET TARZI
Fuat Önen
DAR PARÇACI VE DAR PARTİCİ SİYASET TARZI
Ben şundan eminim eninde sonunda Kürdistan'ı dinamikler egemen olacaktır ve batı Kürdistan'da da, doğuda da, güneyde de, kuzeyde de bağımsızlıkçı bir siyasi hareket. Bağımsızlıkçı bir program ön plana çıkacaktır. Bundan eminim. Ama şu anki ta...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (70)


ALTERNATİF ENERJİ YOLLARI ARAYIŞINDA KÜRDİSTANIN ÖNEMİ
Fuat Önen
ALTERNATİF ENERJİ YOLLARI ARAYIŞINDA KÜRDİSTANIN ÖNEMİ
Rusya, Ukrayna Savaşı zaten bu üçüncü savaşın önemli bir nedeni olan enerji yolları hakimiyetini yakın doğu'da daha güncel hale getirdi. Ve birdenbire hiç beklemediğimiz bir şekilde Güney Kürdistan Başbakanı Mensur Barzani, İngiltere'ye gidip...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (53)


İŞGALCI DEVLETİN MUHALİF PARTİSİ OLARAK GÖRÜNME
Fuat Önen
İŞGALCI DEVLETİN MUHALİF PARTİSİ OLARAK GÖRÜNME
Kürdistan'ın dinamikleri hareket halinde. Kürdistan'ın dinamikleri aktif. Ancak bu dinamikleri hedefe yöneltecek  öznel oluşumdan yoksunuz.Yani bugün doğu Kürdistanlı partililer bir güç birliği oluşturdular, bir platform oluşturdular. mü...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (88)


KÜRDISTAN'SIZ BIR KÜRT TANIMI KÜRDISTAN'SIZ BIR KÜRT SORUNU TANIMI BOŞTUR
Fuat Önen
KÜRDISTAN'SIZ BIR KÜRT TANIMI KÜRDISTAN'SIZ BIR KÜRT SORUNU TANIMI BOŞTUR
Görünüşe aldanıp, görünüşü, teoriye çıkarmamak lazım. Teoriyle bu görünüşü izah etmek lazım. Bu son halk ayaklanmalarına vesile olan Jina Emini nin öldürülmesi olayı bizi yanıltmamalıdır. Özellikle Doğu Kürdistan'daki başkaldırı sadece işte ka...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (101)


Dünya savaşı ve devletlerin toprak bütünlüğü
Fuat Önen
Dünya savaşı ve devletlerin toprak bütünlüğü
Son 30 yılda dünyada devrimci dalganın gerilemesi, sömürgeci, emperyalist güçlerin ideolojik egemenlik sağlamalarına ve emperyalist amaçlarını barış, demokrasi örtüsü altında gerçekleştirmelerine ortam oluşturmuştur. Dünya barışı, barış çağrıları ile...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (697)


Ortadoğu denkleminde güçler dengesi ve Kürtleri bekleyen tehlikeler
Fuat Önen
Ortadoğu denkleminde güçler dengesi ve Kürtleri bekleyen tehlikeler
Şimdi devletin yapmaya çalıştığı aslında her ikisi de bir ölçüde devletin farklı kanatları tarafından denetlenen manüpüle edilen iki aktörü karşı karşıya getirerek Kürdistani siyasetin önünü kesmektir esas amaç budur . Yani burada CHP Demirtaş a yakı...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (915)


Ulus ve ülke aidiyeti
Fuat Önen
Ulus ve ülke aidiyeti
Modern partiler bu üst aidiyetleri güçlendirmek için vardırlar. Dünyanın her tarafında Fransız devriminden bu yana siyasi partiler bu üst aidiyetler üzerinden siyaset yaparlar. Devletleşenler artık sınıf aidiyetiyle siyaset yaparlar, devletleşemeyenl...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (725)


Temsil kabiliyeti
Fuat Önen
Temsil kabiliyeti
Kuzey batı Kürdistan da temel problemimiz şudur. Temsil kabiliyeti olan siyasi hareket Kürt toplumunu, Kürdistanı temsil etmekten uzaklaşmıştır. Temsil kabiliyeti var, her on Kürt ten dördü  bu siyasi harekete destek veriyor, ancak bu siyasi har...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (5386)


Siyasal mücadelede aydın rolü
Fuat Önen
Siyasal mücadelede aydın rolü
Siyaset kendi doğrularını gerçekleştirmeye çalışma çabasıdır. Bir doğru arayışı değildir. Bizim siyasetçi dediğimiz insanlar doğruları olan ve bu doğruları gerçekleştirmeye çalışan bunun için mücadele eden insanlardır. Bu yanıyla bilim adamlığından f...
Hejmara şirova (0)   Lê nerin (1348)


Page 1 of 20First   Previous   [1]  2  3  4  5  6  7  8  9  10  Next   Last   
soap2day