|
|
Zinare Xamo posted on April 12, 2015 15:00
Pismam, wek min do(9/4-15) nivîsî, do em nikanîbûn werin ser gorra te. Me zanîbû çavê te li riya me ye, lê me li hev ranagirt. Mixabin em rojekê dereng man. De tişt nabe, jixwe wa ye do mîvanên te hebûne, tu ne bi tenê bûyî.
Lê min û gelek dost û hevalên te, do bi şev tu bi hesret û bi hurmeteke mezin bibîr anî û bi hezkirineke kûr tu yad kir.
Ji rojan îro înî ye û rojeke pir xweş e. Nayê bîra min par dema em hatin hewa berf bû ya na. Normal di vê mehê da Stockholm sr û bef e, lê îro ji şansê me ra wa ye dinya xweş e.
Ez û Hêvî xanimê wek hersal, piştî kar dîsa li Gullmarsplan gihîştin hev û me çû ji ser wê xanima gulfiroş du nêrgizên xwe kirîn û saet di 16.00a da me berê xwe da ser gorra te. Dewama nivise
There are currently no comments, be the first to post one!