Gelê Kurd Newroza 2007-an jî di bin nîrê mêtingehkarîyê de û ji hemû mafên xwe yên netewî, kulturî, demokratîkî û pêve grêdayî însanî/kesayetî mahrûm pîroz dike.
Tarîfeke sedsala 20/21-î jî ewe ku, “sedsala mafê mirovan e!” Di vê sedsalê de, pirsa azadî û mafên mirov ji çerçeva netewdewletan derketîye û ketîye bin temînata hiqûqa navnetewî.
Belê mixabin, tevî ku ji alî Koma Miletan û peymanên navnewî de kolonyalîzm, nijadperestî hatîye qedexekirin û herweha roja 21-ê Adarê wek “roja dijî nijadperestîyê” hatîye qebûlkirin jî, Kurdîstan û ji 40 mîlyonî zêdetir miletê Kurd hêjî di statuya mêtingehî de ye. Jenosaydek ‘spî’ li ser ziman, kultur û nasnama Kurdan dimeş e. Hemû sûcên dijî mirovatîyê; Helepçe, enfal, komkujî, zîndankirin, îşkencekirin li hamberê Kurdan hatîye û tê bikaranîn. Bi nasname û şexsîyeta xwe a tabiî Kurd ne xwedan tu mafî ne.
Her çiqas îro li Başûrê welatê me statûyeke netewî pêkhetibe jî, hem pêşeroja vê statûyê û hem jî rewşa seranserê Kurdîstanê metirsîyan derdêxe pêşîya me.
Li Bakûrê welatê me nijadperestîya Tirk, kampanya antîKurd daye destpêkirin; wek etnîkî/genetîkî Kurd têne tewanbarkirin. Hizr û planên Nazîstî têne provakirin.
Heman rewş li Rohilatê welat jî eynî ye. Kurd, li vî parçeyî jî, ji hamû mafên xwe yên netewî û însanî bêpar in. Di bin zilm û zordarîyeke bêperwa de ne.
Li Başûrê Rojava rewşa Kurdan hîn xerabtir e. Nifûsek mezin li vî parçeyî ne xwedan tu nasname û statu ye. Mafên wan ên medenî/hemwelatî jî nîn e.
Ev rewşa ku miletê Kurd tê de ye, di heman manê de rûreşîya edalet û nîzama dunyayê ye. Helbet sûcê mezin yê dewletên kolonyalîst e. Belê sazîyên navdewletî; Koma Miletan, Yekîtîya Ewrûpa, “7 G” (Heftên Gewre), Dîwana Lahêy, DYA û dewletên ‘medenî’ jî, ji vî sûcî nebêpar in.
Bêşik sûcê mezin yê dewletên dagirker, sîstema kolonyalîst e. Belê em Kurd jî, ji vê rewşê bê sûc û guneh nîn in. Me di gelek tiştan de xeletî û şaşîtî kirne. Şerê birakujîyê, bêîtîfaqî, helwestên serokatî, grûpî û îdeolojîyan gelek tişt bi miletê Kurd daye wendakirin. Mixabin ew şaşîtîyên tarîxî hîn jî dom dikin. Pirsa yekîtîya neteweyî hîn di rojevê de ye û mijara me a sereke ye.
Bi wesîla pîrozbahîya Newroza 2007-an em wek Grûba Xebata Kurd a Neteweyî û Demokratîk bang li her kesî û her alîyî dikin û dibêjin ku;
- Miletê Kurd, yek ji wan miletên qedîm û xwedan fazîlet e. Wek her miletên medenî divê îhtîram û piştgirî li mafê miletê Kurd ên rewa û çarenivîsî were girtin.
- Pirsa Kurd, pirsa miletekî bindest û mazlûm e. Çi demokrat-sosyalîst, çi lîberal-muhafezekar û çi dîndar, pirsa her Kurdî ye. Her wisa bê konsensûsa neteweyî, bê yekîtî û tfaqa hemû alîyan jî çareserî ne mumkûn nabe.
- Balam tevgera Kurd, divê karekterekî netewî û komelayî bistîn e. Pirsa seroka, îdeolojîya, grûba û sembola hîç bi tu awayî divê dernekeve pêş û esas neyê girtin. Bila neyê ji bîrkirin ku sedemên cudayî û perçebûna me ev pîvanên îzafî ne.
Medenîyet, edalet, wekhevî, azadî û demokrasîya plural divê bibe karekterê tevgera Kurd. Sîyaseta Kurd divê hemdem, demokratîk û sekuler be. Ji hemû cûre sîyaseta monîst, totalîter, dîktatorî û îrasyonal dûr bisekin e.
- Di navbera parçeyan de divê têkilîyên biratî, dostane, sîyasî, kulturî û tîcarî werin pêşxistin. Tu grûp û partî, îrade û îdeolojîya xwe ne sipêre parçê din. û modêla xwe îxracî parçê din neke.
- Kurdîstana Federe derfeteke gewre ye di tarîxa bizava Kurd de. Hemû Kurd, divê Kurdîstana Federe destkevtîya xwe bizanibin û piştgirî lê bikin. Tişta ku statuya Kurdîstanê têke tengasîyê dibê neyê kirin û gotin.
- Her weha îdara Kurdîstana Federe û nûnerên dewleta iraqê, divê di qada navneteweyî û dîplomasîyê de piştgirîyek proaktîv li çareserîya parçeyên din bike.
- Ya herî grîng jî ewe ku, Kurdîstana Federe bibe cazîbe û nimûna edalet, wekhevî, demokrasî û medenîyetê. Hiqûq serwer bêgirtin. Mafê jinan, zarokan, kêmnetewan û jêrdestan were pêşxistin. îhtîramek mezin li azadîya fikr û gotinê were girtin. Her weha pirsa Kerkûkê bi aqlekî rasyonal were çareserkirin
Bi van fikr û hestan em Newroza gelê xwe pîroz dikin û ji bo herkesî daxwaza azadî, aştî û aramîyê dikin.
Bijî Newroz, Bijî Azadî, Bijî mafê Çarenûsî
18 Adar 2007-Dîyarbekir
Grûba Xebata Kurd
|