TEVKURD TEVKURD posted on February 26, 2009 10:39
Hevserokê DTPê Ahmet TURK, di 24-ê Sibata 2009-an de, li Parlamena Turkîyê, di civîna grûba partîya xwe de bi kurdî axaftinek kir.
Axaftina Ahmet Turk, (wek bûyera Leyla Zanayê nebe jî), di parlamena tirk de bû sebebê nerazîbûnên tund. Partî û parlamenterên sîstemê, Turk û DTPê ixbar kirin û dozgêran “dawetî wezîfê” kirin. Bê samîmîyetîya siyaseta tirk, carek din
Axaftina Ahmet TURK, “şoq” kir û dengveda. Xwiyaye ku ewê di qada siyasî de û li ser medyayê nîqaş hîna gelek dewam bikin.
Gotinên Ahmet TURK, yên pêşîya “sondxwarina parlamenan” ku, li ser pirsa rojnamevanan gotibû, “em hatine pirsgrêkan çareser bikin, ne ku ‘şova/şovmenîyê’ bikin”, (ji şovê “axaftina Leyla Xanımê ya bi kurdî” dihat qestkirin) hatin bi bîranîn. Herweha hilavêtina DTPê jî, weke “şov”, “provakasyon” û “taktîkên” hilbijartinan têne şîrovekirin.
Rojên pêş ewê rastî û samîmîyeta DTPê bide test kirin.
Belê, qenaet ewe ku DTPê û parlamenterên wê heta nuha performanseke hêja; siyaseteke neteweyî, ‘serbixwe’, rast û rasyonal nîşan nedan e. Hêvî û daxwaz ewe ku DTP, weke partîyek kurd-Kurdîstanî tevbiger e û bi xwe jî bibe partiyek ‘serbixwe’, sivîl û plural-demokrat.
Em weke Tevgera Yekîtîya Neteweyî her ji bo pêşketin û yekîtîya navbera hemû hêz û alîyên kurda dixebitin. Ji wê bonê, tawrê rast ji kur û kê bê, emê piştgrîyê lêbikin.
Herweha derengî be jî, em helwesta Brêz TURK û DTPê di cîh de dibînin û piştgrîyê lêdikin. Hêvî û daxwaz dikin ku ev nebe helwesteke “taktîki” û “populîst”.
Bi vê wesîlê em bi bîrtînin û dubare dikin ku;
Ziman, hebûn û rûmeta mirov e. Asîmîlasyon, sûc e. Sûcê dijî mirovahîyê ye. Û, di hiqûqa mafên mirovan de weke “jenosîda spî” hatîye qebûl kirin.
Li kudera dunyayê û li dijî kê dibe bila bibe, li dijî asîmîlasyonê derketin û parastina mafê zmanê zikmakî, yek ji şertên demokratîyetê yê sereke ye.
Yên ne kurd, dikarin mafê axaftin, weşan û perwerda zmanê dayîkê ji bo kurda biparêz in. Belê kurd, divê ne bi tenê dawa mafê zman xwe bikin, herweha fiîlen vî mafî bikar jî bînin.
Bi kurdî axaftin, xwendin, nivîsandin û jîyan, haleke pir tabiîye.
Şertê yekemîn ewe ku kurd, bi zmanê xwe siyasetê bikin. Axaftina bi zmanê kurdî, ji bo siyaseta kurd, divê bibe helwesta stratejîk.
25 Sibat 2009- Dîyarbekir
TEVKURD
(Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd)