TEVKURD TEVKURD posted on August 15, 2007 16:01
Careka din dijminên milletê kurd, dijminê aştî û aramîyê, terorîstên tirsonek û bêbext êrîşek nemirovane birin ser devera Şingalê ku ordugahên Gir Uzêr û Sîba Şêx Xidirî bû. Di encama vê karesatê de sêdeyî 200 Kurdên bêguneh şehîd û birîndarbûn.
Her ku Referandûma Kerkûkê nêzîk dibe karesatên terorîstî jî zêde dibin. Armanca dujminan paşdaxistina referandûmê ye. Di van karesatan de jî tê dîtin ku, pirsa Kerkûkê ji bo dujminê Kurdan pirsa man û nemanê ye.
Heger pêşî li van karesatên nemirovane neyê girtin û xetera ku referandûm pêkneyê derkeve holê, wê demê dývê kurd bi “leyîstika” referandûmê xwe nexapîn in û di mesela Kerkûk, Şingal û deverên din de prensîba “îhqaq-i heq” bikarbîn in û hakimîyeta xwe bibin ser sînorên Kurdîstan yên tarîxî û tabiî. Ev heqê Kurdan yê rewa û tabiî ye.
Armanca dujmýn çavtirsandin û ji van herêman qewirandina Kurda ye. Îro ji bo Kurda ji dewra “yan serkeftin yan mirinê” ye! Ne tenê desthilatdarî, pêşmerge û hêsên ewlekarîyê, divê ji hefta heta heftêsalîyê hemû Kurd hişyar, berpirsîyar û çevnasbin. Divê tu kes yek sietekî xafil nebe. Ji bîr nekin av disekine dujmin nasekin e. Parastin, parastin, parastin…. Tişta ku mirov neparêse ne ya mirov e.
Bila careka din dijminên Kurdistan baş bizanibin ku ev êrîşên hovane dê nikaribin pêşî li serxwebûn û azadîya gelê Kurd bigre.
Bila raya giştî ya navneteweyî jî baş bizanibe ku, aştî û aramîya li rojhilata navîn bi wergirtina mafê neteweyî ya gelê kurd ve girêdayî ye.
Bi vê wesîlê em weke TEVKURDÊ piştgrîya xwe li banga serokê Herêmê Kak Mesûd BARSANÝ dikin û dibêjin bila serê gelê Kurd saxbe.
15 Tebax 2007 Diyarbekir
TEVKURD
Tevgera Yekîtîya Neteweyî ya Kurd