|
|
TEVKURD TEVKURD posted on February 03, 2010 23:42
Meclîsa TEVKURDê ku di 31ê Çileyê Paşîn ya 2010an de civina xwe pêkanî, mijarên di rojevê de bi berfirehî hatin niqaşkirin û bi vê mebestê em dixwazin guftugo, niqaş û biryarên civînê bi vê encamnameyê bi raya giştî re parve bikin:
1- Pirsa Kurd û Kurdistanê pirseke netewî ye. Pirsa mafên kolektîf û xwe bi xwe îdarekirina siyasî, îdarî û huqûqi ye. Li seranserê dinyayê pirsên netewî çewa hatibin çareserkirin, pêwîst e pirsa Kurd jî bi heman şêweyî were pejirandin û pêşwazîkirin. Proje an pêşniyariyên ku vê heqîqetê nabînin û bi nav nakin, ew nikarin bibin çare.
Tevgera me di mesela “Rêvekirina” hukumetê û nîqaşên li ser çareserkirina pirsa Kurd-Kurdistan de her kesî dawetî niyeta qenc û dilpakiyê dike. Divê neyê jibîrkirin ku çareserî bi dek û xapandinê pêknayê. Meclîsa me di vê mijarê de, doza “husnûniyet” û “empatîyê” li hukumet û terefê Tirk dike. Divê bê fahm kirin ku mafên ji bo 150 hezar tirkên Qibrisê têne xwestin, ji Kurdan re kêm e, na be ku zêde bê dîtin.
2- Meclîsa me di vê pêvajoya ku qaşo behsa “Rêvekirin” û “Çareseriya” pirsa Kurd tê kirin de, operasyonên li dijî DTK/BDPê, girtina bi sedan siyasetmedar, şaredar û kadirên Kurd û tehdîta li dijî jiyana Osman BAYDEMÎR jî, wek helwesteke “provokatîf” îfade dike û bi tundî şermezar dike.
3- Meclîsa me bi berfirehî li ser pirsa yekîtiya netewî rawestiya. Em weke tevgera yekîtiya netewî, pirsa yekîtiya netewî, pirseke sereke û stratejîk dibînin. Heta nuha pêknehatina temsîlkariya yekitiya netewî, kêmasiya herî mezin ya tevgera Kurd e. Bi vê tefekurê em cardin banga berpirsiyariyê li hemû hêz û aliyên Kurda dikin. Bila qet neyê jibîrikirin ku heta weke asgarî temsîla yekîtiya netewî pêkneyê, xilasiya netewî jî pêknayê.
4- Meclisa me biryara kongrê daye. Di vê derbarê de Komisyona Amedekariya
Kongrê hatiye damezrandin û ji vir heta kongrê dê bi hemû terefên Kurdan re hevdîtin û îstîşare werin kirin.
31 Çile 2010 Diyarbekir /
Meclisa TEVKURDê
There are currently no comments, be the first to post one!