ZİMANÊ DAYİKA ME HEBÛN Û RÛMETA ME YE!
Gelî Miletê Kurd!
Îro li seranserê dinyayê mirovperwer û mafparêz bi munasebeta “Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê” ya ku ji aliyê ÛNESCO ve hatiye îlan kirin, dijî asîmîlasyonê, dijî nijadperestiyê û ji bo parastina mafê zimanên zikmakî li ser piyanin!Lewra li dinyayê heta nuha gelek ziman wenda bûne û gelek ji wan jî li ber mirinê ne!Yek ji wan zimanên li ber tunebûnê jî lehçeya Kurdî kirdkiya şêrîn e!Ji wê bonê, mane û grîngiya vê rojê ji bo me Kurda du qat zêdetir dibe.
Li ruyê dinyayê tu însan bê aîdîyet, bê esil, bê kok, bê dê û bav nîn e. Her mirovek koka xwe, navê xwe û nasnama xwe heye. Nasnama mirov, koka mirov, esil û esaleta mirov e!
Li tu dera dinyayê û di tu dewra tarîxê de ziman, hebûn û nasnama însanan nehatiye înkarkirin. Belê ev 87 sale ku li Tirkiyê hebûna Kurda tê înkarkirin; kurdayetî sûc û qedexe ye! ziman û kultura Kurda bi zorê hatiye û tê asîmîlekirin!
Asîmîlasyon sûcê dijî mirovahiyê ye û “jenosîda spî” ye!Otoasîmîlasyon perçeyek ji vê jenosîdê ye!
Însan bi mafên xwe însan e!
Ziman, nasname û aîdîyeta însên, hebûn û rûmeta însên e, şeref û heysiyeta însên e!
Em Kurd miletek in; zimanê me, kultura me, welatê me heye! Em jî dixwazin weke her miletekî medenî, li welatê xwe; bi zimanê xwe, bi nasnama xwe, bi aîdiyeta xwe azad, serbixwe û serfiraz bijîn! Ev heqê me yê tabiî û rewa ye!
Ji nasnama xwe re xwedî derketin, bi zimanê dayika xwe xeberdan, dijî asîmîlasyon û kolonyalîzmê derketin, berî her tiştî wezîfeyek însanî û ehlaqî ye!
Hebûn û tunebûna miletekî bi zimanê wî destpêdike! Her Milet bi zimanê xwe tê naskirin! Ziman, nasnama mirovan ya netewî ye! Zimanê Kurdî hebûn û rûmeta me Kurda ya netewî ye!
Zimanê Kurdî zimanekî şêrîn û dewlemende; zimanê edebiyatê, îlim û îrfanê ye! Zimanê Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyra ye...Zimanê Mem û Zînê, Dîwana Mela û Beyta Feqî ye…!
Şerm û fediye ku em li hamberê zimanê dayika xwe xemsarbin û zmanê Kurdî xebernedin!
Bi wesîla vê rojê em bang li gelê Kurd û hemû rêxistinên siyasî û civata sivîl dikin û dibêjin; werin em sala 2010-an bikin sala zimanê Kurdî! Li her qadê; li malê, li kolanan, li bazarê Kurdî axaftinê teşwîq bikin, bi kurdî bi axifin, bi xwînin û bijîn! Lewra jiyan bi Kurdî xweş e!
Ji aliyê din de, em ê doza mafê perwerda bi zimanê Kurdî li dewletê bikin û bala sazî-sîstema navnetewî û wijdanê mirovatiyê bikşînin ser trajediya zimanê Kurdî!
Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, li hemû zimanên bindest pîroz be!
21 Sibat 2010-Diyarbekir
TEVKURD
(Tevgera Yekîtiya Neteweyî ya Kurd)
ZIWANÊ DAYIKE ESTENE Û RÛMETÊ MA YO
Ey Miletê Kurd!
Roja 21 sibate “Roja Ziwanê Dayîke yê Cîhanî” yo ke hetê UNESCO ra îlan bîyo. Ewro seranserê dinya de merdimperwer û heqparêzî vera asîmîlasyon û nîjadperestîye (ırkçılık) de, seba pawitişê ziwanê dayîke lingan ser o yê. Çunke dinya de hetanî nika zaf ziwanî vindî bîyê û tayê zî verê mergî de yê. Nê ziwanan ra yew zî lehçeya kurdkî kirdkîya (zazakî) şîrin a. Coka ma kurdanê rê mana û muhîmîya na roje diqat vêşî yo.
Rîyê dinya de tu însan bê aîdîyet, bê welat, bê esl û fesl, bê kok, bê may û pî, bê ziwanê dayîke nîyo. Her merdim name û nasnameyê (kimlik) xo esto. Nasnameyê merdimî, kokê merdimî, ziwanê merdimî esaletê merdimî yo.
Tu cayê dinya de û tu dewrêkê tarîxî de ziwan, estene (varlık) û nasnameyê tu miletî înkar nêbîyo. La nê 87 serrî yê ke Tirkîya de kurdî yenê înkarkerdiş; kurdbîyayîş bîyo sûc, qedexe (yasak) bîyo. Ziwan û kulturê kurdan bi darê zorî destê kurdan ra gêrîyayo û kurdî ameyê asîmîlekerdiş. Asîmîlasyon sûcê vera merdimîye yo, “jenosîdo sipî” yo, qirkerdiş o. Otoasîmîlasyon (xo asîmîle kerdiş) parçeyêkê nê jenosîdî yo.
Însan bi heq û huqûqê xo însan o. Ziwan, nasname û aîdîyetê însanî, estene û rûmetê însanî, şeref û hissîyatê însanî yê. Ziwanê dayîke heq û huqûqê bingeyîn, heqo tebîî yê merdiman o.
Ma kurdî yew milet ê; ziwan, kultur û welatê ma esto. Ma zî wazenê sey miletanê medenîyan welatê xo de bi ziwanê xo yê dayîke û bi nasnameyê xo ya, azad, xoserbîyaye û serfiraz biciwîyî. No heqê ma yo tebîî û meşrû yo.
Nasnameyê xo rê wayîrîye kerdiş, bi ziwanê dayîka xo qiseykerdiş, vera asîmîlasyon û kolonyalîzmî (sömürgecilik) de vejîyayîş, wezîfeyêko însanî û exlaqî yo.
Her milet bi ziwanê xo esto. Her milet bi ziwanê xo yeno şinasnayîş. Ziwan, nasnameyê neteweyî (milli) yê merdiman o. Ziwanê ma kurdan (zazakî, kurmanckî) zî estene û rûmetê ma kurdan o. Ziwanê kurdan, ziwanê îlm û îrfanî yo. Ziwanê Ehmedê Xanî, ziwanê Melayê Cizîrî, ziwanê Feqiyê Teyra yo. Ziwanê Mem û Zînê, Dîwana Mela û Beyta Feqî yo! Ma kurdan rê zaf eyb û şerm o ke ma fek ziwanê dayîka xo ra veradin û bi ziwanê şarî qisey bikerin!
Bi munasebetê Roja Ziwanê Dayîke yê Cîhanî ma veng danê heme şarê kurdî; ma veng danê heme şexsîyet, rêxistin (örgüt) û dezgeyanê sivîlan yê kurdan. Ma vanê, bêrin ma serra 2010î bikerin serra ziwanê kurdkî (zazakî û kurmanckî). Ma keye de, kuçe û kolanan de, bazar û sûkan de, her warê cuye de, ma bi ziwanê xo qisey bikerin. Ma domananê (tut/gede/qeçek) xo reyde bi ziwanê xo qisey bikerin.
Ma seba perwerdeyê (eğitim) kurdkî (zazakî û kurmanckî) daw ro dewlete bikerin, ma vengê xo biresnin dem û dezgeyanê mîyannetewîyan (uluslar arası kurumlar) û ma ziwanê xo bikerin ziwanê mekteban, bikerin ziwanê resmî yê welatê xo.
Roja Ziwanê Dayîke yê Cîhanî wa ro heme şarê kurdî pîroz bo.
Dîyarbekir, 21 Sibate 2010
TEVKURD (Têwgera Yewîyîya Neteweyî yê Kurdan)Li nasnama xwe xwedîderketin, bi zimanê dayika xwe xeberdan, dijî asîmîlasyon û dagirkeriyê derketin, berî her tiştî wezîfeyek însanî û exlaqî ye!
Hebûn û tunebûna miletekî bi zimanê wî destpêdike!
Her Milet bi zimanê xwe tê naskirin!
Ziman nasnama mirovan ya netewî ye!
Zimanê Kurdî hebûn û rûmeta me kurdan ya netewî ye!
Zimanê Kurdî zimanekî şêrîn û dewlemend e; zimanê edebiyatê, îlim û îrfanê ye; Zimanê Ehmedê Xanê, Melayê Cizîrî, Mele Ehmedê Xasî...
Zimanê Mem û Zînê, Mewlûda Nebî, Dîwana Mela û Beyta Feqî ye…!
Şerm û fedî ye ku em li hember zimanê dayika xwe xemsar bin û bi zimanê kurdî xwebernedin!
Bi wesîla vê rojê em bang li gelê Kurd û hemû rêxistinên siyasî û civaka sivîl dikin û dibêjin; werin em sala 2010an bikin sala zimanê Kurdî! Li her qadê; li malê, li kolanan, li bazarê bi kurdîaxaftinê teşwîq bikin, bi kurdî biaxifin, bi kurdî bifikirin, bixwînin û bijîn!
Lewra, jiyan bi kurdî xweş e!
Ji aliyê din de, em ê doza mafê perwerda bi zimanê kurdî li dewletê bikin û bala sazî-sîstema navneteweyî û wijdanê mirovahiyê bikişînin ser trajediya zimanê kurdî!
Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li hemû zimanên bindest pîroz be!”
Piştî pêşkêşkirina daxuyaniyê, belavoka ku ji aliyê Komîsyona Ziman û Perwerdê ya TEVKURDê ve bi kurmancî û dimilkî (zazakî) hatibû amadekirin, ji aliyê endam û birêvebirên TEVKURDê û Komeleya ÇIRA ve ji pênc qolan ve li seranserê bajarê Amedê li kuçe, kolan û sûkan hatin belavkirin.